Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîwa Rêgir: Berpirsên Îraqê Çekî Belav Dikin Û Dibêjin, DAIŞ Çalak Bûye


Hêzên Pêşmerge li Eniya Kerkuk/Pirdê
Hêzên Pêşmerge li Eniya Kerkuk/Pirdê

Fermandarê Lîwa Pêşmergeyan ya Eniya Kerkuk/Pirdê dibêje, berpirsên Îraqê hêzên xwe xistine di amadebaşiyê de, tirsa êrîşan DAIŞê heye.

Di hevpeyvîna bi Dengê Amerîak re, Lîwa Mihemed Rêgir, fermandarê eniya Kerkuk/Pirdê ya hêzên Pêşmerge dibêje, "Berpirsên Îraqê ditirsin, hêzên xwe xistine di amadebaşiyê de û çek û teqemeniyan belav dikin, tê gotin ku DAIŞ zindî bûye, ev di demekî de ye ku DAIŞ her hebûye û metirsî jî di wê asta weha mezin de nîne," weke fermandar Rêgir dibêje.

Herwiha Lîwa Rêgir tekez dike ku "Di sala 2017ê de dema Serokwezîrê wî demî Hayder Abadî bidawîbûna DAIŞê ragihandî, piştî 24 demjimêran tevgera DAIŞê li hemî ciyan li Îraqê destpêkir."

Lîwa Mihemed Rêgir dûr nabîne ku DAIŞ dê sûdê ji "bêserûberiya" li Îraqê bibîne, ew valatiya ewlekariyê ya heyî bikar bîne, bi taybet nebûna hevkariya di navbera hêzên Îraqê û hêzên Pêşmerge û yên ewlekariya herêma Kurdistanê de û got "DAIŞ heyam..heyam bêdeng dibe, paşan ji nişkave dest bi tevgerê dike, ew her hebûne."

Derbarê wê yekê ku metirsiyek weha ti neye, lê dîsan berprisên Îraqê keftine di nava liv û tevgerê de? Fermandê Pêşmerge got "Bi wî şeweyî nîne, hêza DAIŞê nemane, ew nikare heta gundekî jî kontrol bikin."

Giringî nedana metirsiya DAIŞê ji aliyê vî fermandê pêşmerge di wî çaxî daye ku hin fermandên din yên Pêşmerge DAIŞê weke metirsî dibînin, îşaretê bi wê yekê didin ku bi şev piraniya gundên li herêmê di kevin jêr kontrola çekdarên wan. Di vî warî de fermande Mihemd Rêgir dibêje "Piraniya gundan çekdarên Heşda Şaabî, Heşda Sûnî û ya Eşayîran hene, êdî çawan dikare gund bikevin jêr kontrola DAIŞê, raste ew hene, dibe ku zêdetir jî bû bin, lê dibe ku xwe eşkere di dema niha de jibo wan gûncayî nebe." Herihwiha got, "Metirsiya wan li ser ti bajarekî nîne, dibe ku bikarin li ciyekî êrîşa xwekujî encam bidin yan karekî bikin, lê di vê demê de şiyana wan ya girtina gundekî jî nîne."

Derbarê xwe amadekirina DAIŞê û sûd wergirtin ji rewş û duberiya di nava aliyên Îraqê de heyî, fermande Mihemed Rêgir îşaret bi wê yekê da ku dema DAIŞê kontral Mûsil kirbû, ew kar tenê bi 300 çekdaran encam dabû, paşan herêm û parêzgehên din yên li Îraqê girtin, jiber ku xelk weke serhildanekê rabû alîkariya wan kir, lê rastiya wê rêxistinê hêdî..hêdî bo xelkî zelal bû, her kesî qesta ser karên xwe kirin û got "Xelk li pey qelebalixê bû, çekdarên DAIŞê dîtin, ew ketin pey wan, lê niha rewş cûda ye."

Di dawiya hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re lîwa Mihemed Rêgir fermandê eniya Kerkuk/Pirdê yê hêzên Pêşmerge bêagahiya xwe ji bûyera şeva borî li Hewlêr ragihand ku hat gotin, dron hatine ser Hewlêr, Kunsolxanye Amerîka Zenga hişyariyê lê daye, fermandar got, "Haya me ji rewşa bajar û esmanê Hewlêr nebûye, em di çeperên xwe da bûn, û me sengerên xwe di parastin."

Raporta Kerkuk 22 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG