Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirby Dibêje Îran Alîkarîya Hin Êrîşan Dijî Bingehên Leşkerî yên Amerîkî Dike


Qesra Sipî îro Sêşemê ragihand ku Îran di hin bûyeran bi awayekî çalak hêsankarîya êrîşên roket û dronî yên ser bingehên leşkerî yên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê kirîye.

Berdevikê Qesra Sipî John Kirby da zanîn ku ku êrîşên bi vî rengî di hefteya dawî de û bi taybet jî di van çend rojên dawî de zêde bûne.

“Amerîka di wê bawerîyê de ye ku ew komên êrîşkar ji Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, Pasdaran û hikûmeta piştgirî distînin ku hevdem piştgirîya Hamas û Hizbullahê jî didomîne. Em dizanin ku Îran van bûyeran ji nêzve dişopîne û di hin rewşan de, bi awayekî çalak van êrîşan hêsan dike û bo berjewendîya xwe rê li ber şer vedike.”

Kirby bal kişand ku Îran hewil dide heta astekê rola xwe înkar bike, lê Washington wê nehêle ku Tehran vê yekê bike.

"Emê rê nedin ku ti gef ser berjewendîyên wê yên li herêmê bê bersîv bimîne. Serok Joe Biden ferman da wezareta berevanîyê ku di amadebaşîyê de be û bersîveke rêkûpêk bide êrîşên dijî Amerîka.”

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî destpêka şerê Îsraîl û Hamasê, êrîşên ser bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê zêde bûne.

Biden di du hefteyên borî de, tevî du keştîyên firokhilgir û keştîyên şerker, nêzî 2000 hêzên deryayî yên Amerîkî şandibûn Rojhilata Navîn ku alîkarîya Îsraîlê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG