Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çend roj berê çûbû Amedê û serdana bajarvanên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiribû ku ji kar hatibûn dûrxistin.
Wezîrê Karê Hindur yê Tirkîyê Suleyman Soylu serdana Îmamoglu bi tundî rexne kir û hişyarî da wî.
“Heke tu karê xwe çêbikî, ser serê me cîyê te heye, na heke tu xencî karê xwe bi tiştên din re mijûl bibî emê jî te pêrîşan bikin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyanîyên Soylu bi tundî bersîvand û Soylu wek kesekî bê şexsîyat bi nav kir.
“Rastî di derheqê Suleyman Soylu de naxwazim qise bikim. Jibo çi naxwazim bêjim? Ew kes bê şexsîyet e. Demên berê di derheqê Erdogan de hemî tiştên nebaş gotibûn û aniha jî di bin pîyê wî de dûr nakeve.”
Kiliçdaroglu ser gefên Soylu got ku li Tirkîyê hiqûq tuneye loma ew dikarin her tiştî bikin.
“Dibe ku Îmamoglu jî ji erka wî dûr bixînîn. Heke sedemek dikarin peyda bikin bila dûr bixînin. Îmamoglu bêrîtîya wan derxist holê, heke li ber vî dixwazin erka wî dawî bikin bila bikin. Niha i Tirkîyê dadwerî tuneye û her tişt pêkan e.”
Kiliçdaroglu li ser serdana Îmamoglu ya Amedê jî sekinî û got ku çûyîna wî daxwazeke partîya wan bû.