Partîya Komarî ya Gel (CHP) serokên bajarvanên xwe yên tevahîya Tirkîyê li Wanê di komxebatekê de anîn cem hev û hin rêze bername li dar xistin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di roja duyemîn a "Komxebata Bajarvanan" de bal kişand ser pirsgirêkên li herêmê û ji bo çareseriya van pirsgirêkan bang li hilbijêran kir ku ew beştarî wan bin.
Kiliçdaroglu got ku ew li qadan dibînin ku li hember dîyarkirina qayumên bo bajarvanîyan nerehetiyek mezin heye.
"Ez bang li birayên xwe yên Wanê û rûniştvanên xwe yên li hemû bajarvanên ku qeyûm lê hatine danîn dikim, em li dijî dîyarkirina qeyuman in. Me di ‘Danezana Banga Sedsala Duyem’ de ev yek pir zelal anî ziman. Em dixwazin bi polîtîkayên bi aqilane pirsgirêkan çareser bikin."
Kiliçdaroglu, anî ziman ku Wan bajarekî bo mezinbûnê amade ye, lê têgihîştina siyasî ya li Wanê tine ye û wiha got, "Wanê hinekî terikandî û marjînal e; têgihiştineke siyasî ya ku bi pirsgirêkên Wanê re mijûl bibe tune ye. Soza min ya bi birayên min yên Wanê re ev e ku her kes wê bibîne dê çawa herêm bibe navenda çand, pîşesazî, hilberîn û tûrîzmê."
Kiliçdaroglu di dawiyê axaftina xwe de, da zanîn ku ger hilbijêr bixwazin Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selehattîn Demîrtaş were berdan divê beştarî CHP’ê bin.
"Birayên min yên Wanê, erê Tirkiye xweş e, erê Wan jî xweş e, ger birayên min yên Wanê bixwazin li Wanê di nava aramiyê de bijîn, ez dibêjim beşdarî me bibin. Ger hûn bixwazin li vê heremê di nav aştiyê de bijîn, beşdarî me bibin. Ger hûn bixwazin Wan mezin bibe û bibe stêrka heremê, beştarî me bibin. Eger hûn bixwazin kes jiber ramanên nekevin zîndanan an jî hûn bixwazin Demîrtaş were berdanê, Osman Kavala were berdanê beştarî me bin."
Bername bi axaftinên serokên bajarvanan berdewam kir.