Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevbendîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu îro çû bajarê Ruha ku rewşa piştî lehîyê bibîne.
Di sardana Kiliçdaroglu de Seroka Partîya Baş Meral Akşener û Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu jî cîh girtin.
Kiliçdaroglu got ku divê ti kesên li Ruhayê xwe tenê hês neke.
“Em ne tenê wek Tifaqa Milet, lê wek nûnerên koalîsyonê ku we di meha Gulanê were damezirandin, hatin Urfayê. Em li gilîyan guhdar dikin.”
Kiliçdaroglu got ku ger welatek bi başî were rêvebirin, hîngê bajarên ku hember afetan xurt be, dikarin werin çêkirin.
“Ne girîng e ku lehî hebin, bayên xurt hebin. Divê hun bajarên xurt ava bikin ku hember wêranîyên wiha ser pêyan bisekinin. Çawa dibe ku nikarî avên rabûyî vala bikî? Ew yek çawa pêkan e, ew çawa rêbebirin e?
Berbijarê Hevpeymanîya Netew herwiha got ku divê ti kes reşbîn nebe jiber ku ewê hemî pirsgirêkan çareser bikin.
“Divê ti kes bê hêvî nebe. Emê vê rewşê bi tevahî biguherînin. Her kî ku erka xwe bi rêkûpêkî neke, emê ji wan re bêjin, bi xatirê we! Em pirsgirêkên welatê xwe jî dizanin, çareserkirina wan jî. Çima kurê xelkê çareser dike, lê emê nikaribin?
Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu berbijarê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tên.
Hevpeymanîya Gel jî ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) pêk tê û berbijarê wê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.