Fermandarê Artêşa Ukrayna Oleksandr Syrsky îro Înê got ku pevçûnên li enîya rojhilat jî gurtir dibin û hêzên Rûsî hewil didin Vovchansk ya li rojhilata bakur kontrol bikin.
"Piştî pêşveçûna pêşî li Vovchanskê ketine bataxê û gelek leşkerên wê hatine kuştin. Pevçûnên li dora Chasiv Yar, Pokrovsk û Kurakhove ya li rojhilat gur bûne," Syrsky got.
Walîyê herêmê Oleg Synegubov jî da zanîn ku piştî destpêka şer ya li Kharkivê ji herêmê 11,000 kes hatine derxistin.
Li gor ragihandina karbidestên herêmê hêzên Rûsî jibo pêşî li veguhestinan bigire êrîşan dibe ser xetên trênê.
Her du alîyên şer jî hevdu bi kuştina sîvîlan tawanbar dikin.
Rêvebirên xwecîhî dîyar dikin ku do Pêncşemê li Kharkivê, ku bajarê mezin yê duyê yê Ukrayna ye, bi kêmî ve 7 kes hatine kuştin.
Rêberê Qirimê Sergei Aksyonov, ku ji alîyê Rûsya ve hatiye erkdar kirin, dîyar kir ku Ukrayna bi şev muşek firandina nîvgiravê û 2 kes kuştine.
Hêzên Rûsî ji 10’ê Gulanê vir ve bi hezaran leşker êrîşên li herêma Kharkiv ya li rojhilata bakurê Ukrayna gur kirine û li ser axê pêşveçûna herî mezin ya 18 mehên dawî bi dest xwe xistine.
Jêder: AFP