Berpirsên pêşmergeyan red dikin ku jibo vegera pêşmergeyan ji Xaneqîn re rêketinek di navbera hikûmeta Îraqê û hêzên pêşmerge de çêbûye.
Di mehên dawî de jimareke gundên Kurdan li Xaneqîn, li parêzgeha Dîyala bûbûn armanca êrîşan, loma rûniştvanên wan gundan jibo parastina wan daxwaza vegera pêşmergeyan kiribûn.