Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamineyî Dibêje Têkçûyîna Esad Wê Îranê Lawaz Neke


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Beşar Esad ,Serokê Sûrîyê yê têkçûyî (Arşîv)
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Beşar Esad ,Serokê Sûrîyê yê têkçûyî (Arşîv)

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî roja Çarşemê dîyar kir ku lawazbûna "berxwedana" dijî Îsraîlê piştî têkbirina Beşar Esad li Sûrîyê wê hêza Tehranê kêm neke.

Xamineyî piştî têkbirina Esad li Sûrîyê cara yekê axifî.

" Hin kes wateya berxwedanê nizanin, xeyal dikin ku dema berxwedan lawaz bibe, wê Îrana Îslamî jî lawaz bibe... Îran bi hêzdar û xurt e û wê hîn bi hêztir bibe," wî got.

Rêberê olî yê Îranê Amerîka û "Rejîma Siyonîst" Îsraîl bi plansazîya têkbirina Esad tawanbar kir.

“Divê ti kes gumanê neke ku tiştên li Sûrîyê diqewimîn berhema planeke hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê ye ,“ wî got.

Xamineyî herwiha dewleteke din ya cîranê Sûrîyê" bi "rola wê ya eşkere" di têkbirina Esad de, tawanbar kir.

Îraq, Îsraîl, Urdun, Lubnan û Tirkîye hemû hevssînorên Sûrîyê ne.

Ji wan cîranan, Tirkîye demeke dirêj piştgirî da hewlên jibo têkbirina Esead.
Li gor Xamineyî, "dagirkerên" cuda yên li Sûrîyê li pey armancên cuda ne.

"Armancên wan cuda ne, hin dixwazin dest deynin ser bakur, hin y başûrê Sûrîyê dixwazin, Amerîka jî dixwaze helwesta xwe ya li herêmê xurttir bike," wî got.

Hêzên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê hene, artêşa Îsraîlê hêzên xwe şandine li başûr, herema tampon ku li ser sînorên hevpar yên welatan e û di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de.

Hewiha li Sûrîyê hêzên Amerîkî jî hene, ku li wir bi şervanên Kurd re şerê koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) dikin.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG