Bernama Taybet ya Dengê Amerîka pişka Kurdî liser rewşa aloz ya vê dawiyê li herêma Kurdistana Îraqê rawestîya, bername li jêr navê "Plan û Stratejîya Kurdan piştî bûyerên vê dawiyê li herêma Kurdistana Îraqê û hatina leşkerê Îraqê bo herêmên nakokbar dinavbera Bexda û Hewlêrê de".
Çar birêz û çavdêr tevlî bernamê bûn., mêhvanên beranmê; Dr. Ebdulhekîm Xesro ji zanîngeha Hewlêr, Dr. Kamîran Berwarî ji zanîngeha Duhok, mamosta Sîhanok Dîbo rawêjkarê hevserokatiya PYD'ê û endamê Civata Navîn ya heman partiyê, herwiha Dr.Aram Baleteyî ji znaîngeha Newroz li Duhok'ê.
Pêşiyê Dr. Ebdulhekîm Xesro got, Palan û Stratejîya Herêma Kurdistanê bi hever ligel Hêzên Siyasî hat bû danîn û biryar weha bû van encaman bibin Bexda, biryara Referandumê di wî çaxî de hat, piştî di sala 2014an û 2105an de dema Hikûmeta Bexda ket destê Ebadî li dij herêmê biryar hatin danîn û plan weha bû, serdestiya Kurdan li herêmê jinav biben.
Xesro dîsan got "
Dîplomasîya Amerîka jî gelek bandor liser Bexda nebû, bi tenê wezareta berevaniyê rolê wê hebû, armanca wan jî bi tenê jinav birina DAIŞ bû.
.
Xesro herwiha dibêje, jiber ku di bûyeran de destekê herêmî yê bihêz bû, rewş pitir aloz kir.
Dr. Ebdulhekîm Xesro dîsan got: Eger danûstendin liser bingehê aliyê serkeftî û yê binketî be û ku belansa hêzê hatîye guhertin, wî çaxî çi encam ji diyalogê dernakevin. Wî çaxê gelê Kurdistanê biyara xwe liser mafê serxwebûnê. Daye û mesele bidawî nebûye, gelê Kurd li gûr nexşeya hebû dê armancên xwe cî bi cî ketin.
Xesro: Eger danûstendin liser bingehê aliyê serkeftî û yê binketî be û ku belansa hêzê hatîye guhertin, wî çaxî çi encam ji diyalogê dernakevin
Dr. Kamîran berwarî, herweha tevlî bernamê bû, ew dibêje, xala yekê ya asayî û normalize kirina rewşa heyî ewe, berpirsên ku navê xwe danî bûn "Civata Referendumê" bihêne pêşberî vî millet û berpirsîya xeletiya xwe hilgirin, çi wan bidin dadgehê, yan îstîfa bikin çûnkî wan destkeftên milletekî weha bi sanahî xistin di metirdiyê de.
Dr. Kamîran, berpirsên ku navê xwe danî bûn "Civata Referendumê" bihêne pêşberî vî millet û berpirsîya xeletiya xwe hilgirin, çi wan bidin dadgehê, yan îstîfa bikin çûnkî wan destkeftên milletekî weha bi sanahî xistin di metirdiyê de.
Çareseriyek din ewe destya niha heyî xwe bidin paş û desthilata herêma Kurdistanê radestî xelke din bihê kirin.
Berwarî dîsan dibêjem, niha metirsî yehe ji şerê birakujî yê, metirsî heye herêm dîsan du parçe bibe, yan leşkerê Îraqê destê xwe dane ser hemû Kurdistanê.
Sîhanok Dîbo: Rojhelata Navîn bi giştî di nava alozîyan de ye, bûyerên vê dawiyê li Başûr beşekî van aloziyane û bandor lêkirîye.
Sîhanok Dîbo beşdarê bernamê dîsan dibêje
"Me wek PYD û Îdara Rojava destek da biryara referanduma herêma Kurdistana Îraqê, lê me got divê pêşwext pêngav bihên avêtin"
.
Dîbo herwiha got, Pirsgirêkên gelan li rojhilata navîn di çarçûva dewleta netewî de ne dirûste, alternative çareser kirina van aloziyan projeyê PYD'ê ye projê Rojava ye".
Dr. Aram Baleteyî, dibêje "Pêwîst bû berî em biçîn referandumê me liser Çar astan pirsa referandumê nirxand baye, - astê yekê astî navxwe yê Kurdistanê, me dît baye kanê navmala Kurdî divê çenda aram bît, çend dê ya Yekgirtî bît.
Aram Baleteyî, Weha dibîne ku, divê liser asta Navxe ya Kurdan, asta Îraqê, asta welatên li Herêmê û ya Navnetewî baş bihê hilsengandin, paşî pêngav bihên avêtin
Astê Duyan yê Îraqê, divê em sehkirbayê kanê peywendiyên me li gel hikûmeta merkezî di çi rewiş de ne, astê Siyan , astê welatên herêmiye kanê peywendiyên me çend di xûrtin û liser çi bingehin. Astê Çaran û yê dawiyê astê navnetewiye kanê têkiliyên me çend bihêzên li gel welatên derve û ewê heta çi rade piştevaniya Kurdan bikin.
Temamiya Bernamê di fayila deng de.