Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Postê Parêzgarê Kerkuk Û Aloziya di Navbera Kurd û Turkmenan de


Zelalbûna encamên bidest hejmartina dengan li Kerkukê û neguherîna hejmara kursiyên aliyên siyasî li wî bajarî bûn sedema werçerxanên nû.

Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK, ku aliyê herî zêde deng anîne li Kerkuk, îsrar dike ku postê Parêzgarê Kerkuk bibe para wan, niha hewil dide ew û Partî Demokratî Kurdistan PDK bihên ba hev û biryarê bidin ku piştevaniya YNK bihê kirin bo wergirtina postê parêzgarê Kerkuk, Kurd li wê parêzgehê ji koma 41 kursiyan 26 kursî bidest xistine.

Rêbwar Taha kandêdê YNK'ê bo postê parêzgariyê got"postê parêzgarî mafê Kurdan e û di nava Kurdan de jî mafê YNKê ye, jiber vê yekê divê bi rêya encûmena parêzgehê postê parêzgarî werbigire".

Îsmail Hadîdî serokê berê yê Encûmena siayasê ya Araban li Kerkuk got, YNK û PDK di yekgirtî nînin û nikarin civîna parêzgeha Kerkuk rêk bixin wî got"dema ku ew karîn civînê pêk bînin, dikarin postê parêzgarê Kerkukî jî bidest bixin".

Alî Haşim endamê grûba Turkmenan got"ewê li dadgeha Fedralî car din daxwaza nerewatiya encamên hilbijartinan gilî bikin".

Ji hejî bîr xistinê ye ku 16î Oktobera sala 2017an parêzgarê Kerkuk ku Necmedîn Kerîm-YNK bû, ji sedema aloziyên derbarê encamdana Referandûma Herêma Kurdistana Îraqê hatbû ladan û li şûna wî kesatiyê Arab Rakan Al- Jiborî bi wekalet weke parêzgarê Kerkuk hat bû destnîşan kirin.

Raporta Dilşad Enwer 12.08.2018 Kerkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG