Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YNK: Bi Pêşengiya PDK'ê Hewla Têkdana Rewşa Kerkuk Heye


Xwepêşandanek li Herêma Kurdistanê bo Piştgîrîya Kerkukê
Xwepêşandanek li Herêma Kurdistanê bo Piştgîrîya Kerkukê

Berpirsekî pilebilind yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê li Kerkûkê dibêje, serkirdayetiya PDKê hewl dide aloziyê li bajêr çêbike.

Ji aliyekî din, berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê jî dibêje, tiştê ku li Kerkûkê qewimî, bê pirsgirêk bidawî nabe.

Şeva 10.08.2024'ê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Fraksiyona Babil û sê endamên Erebên Sunne yên encumena parêzgeha Kerkûkê bêyî PDK, Eniya Tirkmenî û hevpeymaniya Erebî li Hotêla Reşîd li Bexda civiyan.

Ji 16 endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê 9 kes beşdarî civîna li hotêla Reşîd a Bexdayê bûn û rêjeya yasayî temam kirin. Ji fraksiyona YNKê Rêbwar Taha wek parêzgar, Îbrahîm Temîmî wek cîgirê parêzgar û Mihemed Îbrahîm Hafiz jî wek serokê encûmena parêzgehê hatin hilbijartin.

Berpirsê Saziya Hilbijartinên YNKê Şêrzad Semed gote Dengê Amerîka, "Li Kerkûkê bi serpereştiya Partî demokratî Kurdistanê (YNK) hewl tê dayîn alozî li kerkukê çêbibe. PDK bûye berdevkê Ereb û Tirkmenên ku bi salane dijberiya kurdan dikin."
Semed got, "Me ji sifirê me çend xal bidest xistine. Serkeftina Kurdan bi destwerdan û komploya herêmî ve girêdayî ye, lê hewldan hene ku bigihin hevtêgihiştinekê di navbera aliyan de."

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê neqanûnî bi nav kirin û tekez kirin ku ewê giliyê li Dadgeha Federalî bikin.

Îro êvarî 11ê Tebaxê hêzên ewlehiyê li Kerkûkê hatin bicihkirin da ku rê li xwepêşandanên alîgirên Rakan Cibûrî bigirin.

Kamran Kerkûkî, endamê berê yê encumena parêzgeha Kerkûkê ji Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Dengê Amerîka re got: “Tişta ku qewimî bê pirsgirêk derbas nabe ji ber ku rola Tirkiyê di Kerkûkê de heye.”

“Divê careke din lihevkirin çêbibe, lê YNK bi dayîna tawîzan û dayîna postan dixwaze tirkmenan bêdeng bike.

Li gorî encamên hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî, Hevpeymaniya Erebî 3 kursî, Fraksiyona Teqedûm jî 2 kursî bidest xistin.

Fraksiyona YNKê 5 kursî, Fraksiyona Teqadûm û Ezm 3 kursî û Fraksiyona Babîl jî kursiyek li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bidest xistin û parêzgar hat destnîşan kirin.

Li aliyê din, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 2 kursiyan, Hevpeymaniya Erebî bi 3 kursiyan û Eniya Tirkmenî jî bi 2 kursiyan, civîna encumena parêzgeha Kerkûkê û avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê baykot kirin.

Sawsan Jedo'i got "Civîna endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê li hotêla Reşîd li Bexda binpêkirina yasayê bû ji ber ku civaka tirkmen beşdarî civînê nebû û civîn roja Şemiyê di rojên betlaneyê de hat lidarxistin."

Tevî baykotkirina civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê li hotêla Reşîd a Bexdayê ji aliyê Eniya Tirkmen ve, lê endamê parlamentoya Iraqê û nûnerê tirkmenên şîe yên Kerkûkê Xerîb Esker di civînê de amade bû.

Berî niha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê di nava têkoşîneke dijwar de bûn, lê nakokiyên di navbera Xemîs Xencer û Mihemed Helbûsî de bû sedem ku ev hevkêşe di berjewendiya YNKê de were çareserkirin.

Nejat Husên ji Dengê Amerîka re got: "Berî niha Xemîs Xencer û Mihemed Helbûsî serdana Tirkiyê kiribûn û ligel serokomar civiyan û piştre 2 berpirsên Tirkmen çûn wî welatî. Rêkeftin ew bû ku Ereb û Tirkmen bi hev re bin û Ereb serkêşiya danûstandinan bikin."

“Eger ferman nebûya û Tirkmenan bi tena serê xwe bi Kurdan re danustandinan kiriba, Kurdan dê postê serokê civata parêzgehê bidana Tirkmenan, " Nejat Husên.

XS
SM
MD
LG