Berdevkê Asayîşa Herêma Kurdistanê/Silêmaniyê radigihîne ku li ser bingeha pêzanînên Asayîûa Herêma Kurdistnaê û Ajansa Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê, emîrekî kurd yê rêxistina DAIŞê û 6 kesên din li Kerkûkê desteser kirine.
Efser Selam Ebdulxaliq, Berdevkê Dezgeha AsayîşaHerêma Kurdistanê/Silêmanî ji Dengê Amerîka re got: "Girtîyan bi dizî kar dikirin û piştî lêkolîneke berfireh û komkirina agahiyan hatin eşkerekirin û girtin."
Li gor Ajansa Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê ku di daxuyaniyekê de gotîye emîrê DAIŞê yê Kerkuk ku kesekî kurde û navê wî Azad Şaxî ye li gel 6 kesên din li Kerkûkê hatine girtin, di dema girtinê de kesekî ji wan xwe teqandî ye.
Ajansa Ewlekariya Niştîmanî ya Iraqê dibêje, "Tora DAIŞê ya ku li Kerkuk hatîye girtin di plan û aramncgirtina wan de êrîşên ser endamên ewlekarî û saziyên hikûmetê hebû, di dema ku desteser kirinê de nivîs û solgên DAIŞê yên nepenî bi wan re hebûn."
Jêderekî payebilind yê ewlekarî li Kerkûkê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Dengê Amerîka re ragihand, ku "Têkiliyên tora girtî DAIŞê ya desteser kirî bi endamên DAIŞê yên li herêma Qeredaxê û ciyên din yên herêmê hebûye berê jî karên terorîstî bi hev re encam dane."
Li gorî zanyariyan heman çavkaniyê , ji bilî tora 7 kesî ya DAIŞê, hejmareke zêde ya endamên şanên razayî yên DAIŞê jî hatine eşkerekirin û girtin.
Çavkanî dibêje "Şeva borî li dersora sînorê nahiya Reşadî li rojavayê Kerkukê, grûpeke din ya endamên çekdar yên DAIŞê di bûne armanca êrîşeke firokan û her hemî hatine kuştin."
Li gorî agahiyên berpirsên ewlehiyê li Kerkuk, Azad Şaxî xelkê herêma Letîf Awa yê taxê Şorce ya Kerkûkê ye û berî niha jî navê wî di lîsta saziyên ewlekariyê de habû ku ew endamekî çalak yê DAIŞ ye."