Fermandekî hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistan dibêje, çekdarên DAIŞê, ji aliyê eniya Hewîce plana êrîkirina ser hêzên Pêşmerge heye li rojavayê kerkuk, çekdarên xwe li qeza Hewîce û rojavayê wî bajarokî cemandin e.
Eqîd Tariq Ehmed cîgrê lîwa 9an ya hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkuk gote Dengê Amerîka "DAIŞ di liv û tevgerekek xurt de ye li sinorên Hewîce û herêma bazneya bilindiyên çiyatê Hemrîn".
Fermandarê Pêşmerge dibêje jiber lihev nekrina di navbera hêzên leşkerê Îraqê û Heşda Şaabî ji aliyekî û hêzên Pêşmergan ji aliyekê din, jibo rizgarkrina Hewîce, jiber ku, qeza Hewîce û herêma dewrûber hêjî li jêr kontrola çekdarên DAIŞ de maye, ev herêm bûye bingehek baş bû DAIŞê.
Eqîd Bapîr Mohamed fermandarê pêşmergan li rojavayê Kerkuk, weha dibîne ku kombûn û liv û tevgera çekdarên DAIŞ wateya êrîşkirinê dide, lê "pêşmerge di amadebaşiyê de ne", weke fermandar dibêje.
Herçende artêşa Îraqî bajarê Mûsil dorpêç kirîye, lê dîsan bûşahiyek mezin li herêma dinavbera Mûsil û kerkukê de heye, çekdarên DAIŞ dikarin bên û biçin.