Siyasetvanekî serbixwe bêyî ezmûneke siyasî lê bi paşnavekî navdar ketîye nav kêbirkeya bidestxistina Koşka Sipî. Di nav hinek Amerîkîyên ku ji herdu berbijarên partîyên serekî nerazî ne, vî siyasetvanî piştgirî bidest xisitye.
Robert F. Kennedy Jr. yê 70 salî kurê senator berê yê New Yorkê û wezîrê dadê yê berê yê Amerîka ye. Ew herwiha birazîyê serokê berê John F. Kennedy ye. Ew parêzerê jîngehê ye û bêtir wekî kesekî ku bawerîyê bi teorîyên komployê - Pilangêriyê- derbarê vaksînan tîne, tê nasîn.
Şîrovekar dibêjin egereke biçûk heye ku Kennedy di hilbijartinên serokatîyê de biserkeve. Lê di kêbirkeyekê de ku dibe bi rîya çend hezar dengan li hinek wîlayetên destguhêr bidawî bibe, Kennedy dikare rolekê bilîze.
“Çarçove li vir ew e ku herdu berbijarên partîyên serekî, Donald Trump û Serok Joe Biden, gelekî nayên qebûlkirin,” Chris Jackson, cîgirê serokê kompanîya Ipsos ya lêkolînên bîra giştî, ji Dengê Amerîka re got.
“Rêjeya qebûlkirina Serok Biden di nav xelkê de încax digihêje 40%, û jibo Donald Trump jî, em dibînin ku rêjeya wî di nav 30 de ye,” Jackson da zanîn. “Îca Robert F. Kennedy Jr. jibo wan kesan e ewê ji van herduyan hez nakin.”
Rêjeyeke berçav
Di anketên ku vê hefteyê de ji alîyê rojnameya Wall Street Journal ve belav bûne, diyar dibe ku Kennedy piştgirîyeke berçav ji dengderên çend wîlayetên destguhêr werdigire. Dibe ku ev wîlayet biryarê bidin wê kî bibe serokê bê ya Amerîka.
Li Nevada, 15% ji dengderan got ku ewê dengê xwe bidin Kennedy. Li Arizona jî, 13% ji dengderan diyar kir ku ewê deng bidin Kennedy. Li Michigan ev yek bi rêjeya 12% bû. Li Carolina Bakur û Wisconsin 10%. Li Georgia 8% bû, û li Pennsylvania 7%.
Zehmetî niha di wê yekê de ka gelo Kennedy dengan ji kê bêtir ji herdu berbijarên din distîne. Anketa rojnameyê pêşniyar dike ku ew dengan ji herdu kandîdan dibe, lê hinekî bêtir jî Trump.
Di anketê de, ji dengderan hate pirsîn ku ji lîsteya berbijaran kesekî ji bilî Kennedy hilbijêrin, û paşê careke din kesekî di lîsteyê de hilbijartin ku Kennedy jî di nav de be. Li pêncan ji heft wîlayetên destguhêr de, Trump rêjeyeke dengderan hember Kennedy jidest da ku bilindtir bû ji ya Biden. Li di piranîya haletan de, ew cûdahî dora yek ji sedî bû, ku ew bixwe jî di çarçoveya şaştîyan ya anketê de ye.
Lê belê, hinek anketên din yên berê wê pêşnîyar kir ku hejmara dengên ku Kennedy ji Biden stand bêtir bû ji ya Trump. Gelek anket dibêjin dibe ku ev senaryoya herî nêzîkî rastîyê be.
Bêtir dane tên
Drew McCoy, serokê rêxistina Decision Desk HQ ku daneyan derbarê hilbijartinan li Amerîka kom dike, diyar kir ku her bi wir de diçe bêtir zelal dibe ku Kennedy dê roleke girîng di encama hilbijartinê de bilîze.
“Kesên anketan dikin êdî dizanin ku derbazkirina Kennedy bo nav lîsteyên pirsên ji dengderan pêwîstîyeke ku belkî berî sê yan çar mehan nebû. Lewra ez bawer dikim ku em bêtir daneyan bibînin,” McCoy ji Dengê Amerîka re got.
Lê McCoy got ev yek nayê wê wateyê ku ewê Kennedy serokatîyê bidest bixe yan jî li wîlayetekê biserkeve.
“Tişta ku ewê xelk ji nêzîk ve lê binêrin ew ka wê bandora wê li van wîlayetên nêzîk hev çi be, ew wîlayetên ku kêbirkeyên germ lê çêdibin. Karîna wî ya komkirina dengan û performansa wî yah ember berbijarên din dê tiştekî gelekî balkêş be.”
Berbijarekî ne zêde naskirî
Beşa Kennedy ji dengan dibe ku were guhertin li dema ku bêtir dengder wî nas dikin û helwest û siyasetên wî dibihîzin.
“Kennedy bixwe kêm hatiye naskirin, ka bi rastî ew kî ye û helwestên wî derbarê mijaran çi ne,” Klye Kondik, sernivîserê malpera Crystal Ball ya Navenda Siyasetê li Zanîngeha Virginia, ji Dengê Amerîka re got.
“Ew kesekî xwedî paşnavekî navdar e di hilbijartinê de ku gelek xelk ji herdu berbijarên partîyên serekî hez nakin,” Kondik got.
Wî herwiha bal kişand di warê dîrokî de, performansa berbijarên partîyên sêyem ji pêşbînîyên anketan xirabtir in. Li dema ku dengder encama pêkan ya hilbijartinê dide ber çavan, taybetmendîya berbijartîya kesekî ji derve kêm dibe.
“Ewê hinek ji wê taybetmendîyê kêm bib edema ku xelk êdî balê bidin herdu kesên ku bi rastî dikarin di hilbijartinê de biserkevin,” Kondik da zanîn.
Dîrokeke eşkere
Wekî kurê yek ji malbatên siyasî yên herî navdar li Amerîkayê, Kennedy tenê 14 salî bû gava ku bavê wî hate kuştin dema wî dixwest bibe berbijarê Partîya Demokrat bo serokatîyê sala 1968’an. Berî wê bûyerê bi pênc salan, apê wî jî hatibû kuştin.
Di salên xortanîya xwe de Kennedy madeyên hişbir bikar tanî. Piştî ku ew ji du dibistanan jiber bikaranîna madeyên hişbir hate derkirin, wî çend bawername ji Zanîngeha Harvard, Zanîngeha London ya Aborî û Koleja Qanûnê ya Zanîngeha Virginia wergirt.
Ew bi demeke kurt di salên 80’an de bû alîkarê dozgirê giştî li devera Manhattan ya New Yorkê lê di sala 1983’an de dest ji wî kar berda piştî ku nikarîbû testa parêzerîyê ya wîlayeta New York derbaz bike. Di heman salê de ew jiber tawanên girêdayî bidestxistina madeya heroinê hate zindankirin.
Di salên piştî girtina wî de, Kennedy nasnameyeke nû ji xwe re ava kir û bû çalakvanekî qanûnî û jîngehî ligel rêxistina Riverkeeper ya ku hewil dida çemê Hudson li New Yorkê paqij bike.
Di dehsalên piştre de, Kennedy serkeftina xwe di dozên jîngehî de wekî parêzer dît.
Helwesta dijî vaksînan
Di destpêka salên 2000 de, navê Kennedy bo tevgereke Amerîkîyan ve hate girêdan ku bawer dikin vaksînên ku zarok werdigirin dibin sedema çend pirsgirêkên saxlemîyê, di nav de jî nexweşîya autismê.
Helwesta wî ya dijî vaksînan di dema pandemîya COVID-19 de bêtir derket holê, dema ku ew bo jêdereke berçav ya belavkirina agahîyên şaş.
Di salên dawî de, Kennedy herwiha çend teorîyên komployan belav kiriye, tê de dibêje ku karsaz û milyardêr li dû perdeyan siyasetên Amerîka çêdikin.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema ku di salên xwe yên 40 de bû, Kenney bi spasmodic dysphonia ketiye, ew jî nexweşîyeke ku bandorê li zengelok û dengê mirov dike.