Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Bûrkay, jibo bernama Ferheng û Tore yê Kurdî behasê Şa’îr û Sîyasetê dike.


Kemal Bûrkay, jibo bernama Ferheng û Tore yê Kurdî behasê Şa’îr û Sîyasetê dike.
Kemal Bûrkay, jibo bernama Ferheng û Tore yê Kurdî behasê Şa’îr û Sîyasetê dike.

Kemal Bûrkay, sîyasetvanê çendîn sala serokatîya Partîya Soşyalîsta Kurdistan kirî, heza vehandina hozana, nivîsandina romana û berhemên dî yên ferhengî her digel wî mezin bûye.

Kemal Bûrkay li sala 1937 li Dêrsimê hatîye dinyayê. Li gûndî xwe dest bi xwendinê kirîye û li Amedê peymangeha mamostayan xwendîye û li sala 1955 bûye mamosta. Li sala 1960 xwendina qanûnê li zankoya Ankerê bi dûmahî anîye.

Bûrkay dest bi vehandina hozana kir dema ew mamosta bû li xwendingeha gûnd, yekem dîwana xwe ya hozana bi navê “Prangalar” li sala 1967 weşand. Berî wêna bi dû sala wî kovareka ferhengî bi nave Çira weşand.

Berhemên nivîsîyên birêz Bûrkay nebes ferhengî û edebî ne, belkû di ware sîyastê de jî wî nivîsandin hene. Heta niha wî 13 berhemên edebî weşandine, 4 karên wergerandî û 10 kitêb liser sîyasetê.

Ji sala 1965 ê were Kemal Bûrkay dest bi karê sîyasî kirî bûe endamê Partîya Karkerên Turkîya (TIP). Li sala 1974 digel çend hevalên xwe Partîya Soşyalîsta Kurdistan li Turkîya damezrand û bû Sekretêrê Giştî yê partîyê.

Jiber kar û bizava wî tevgera sîyasî de û piştî kodetaya 12 Îlona 1980, Kemal Bûrkay ji welat derket beref Eurûpa û niha li bajarê Stokholm ê ye li Siwîdê. Jibo gûhdarîkirina bernama Ferheng û Tora ya Kurdî û hevpeyvîna digel Birêz Kemal Bûrkay fayîla dengî ya xwarê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG