Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Kemal Avci: Îhtîmala Hikûmeteke Koalîsyonê Nêzîk Nabînim


Li Tirkîyê di van demên dawî de gelek bûyerên girîng diqewimin. Di alîyekî de danûstandinên bo avakirina hikûmeteke kaolîsyonê didomin. Şandeyên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) pênc caran kom bûn û niha biryar di pêş rêberên wan partîyan e.

Di alîyekî din de pevçûnên navbera artêşa Tirk û şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) pirtir bûne û tirs li nav bîragiştî belav dibe ku peyvajoya aştîyê pûç be.

Rojnamevan Kemal Avci ji Enqerê vê rojeva dagirtî ya Tirkîyê ji guhdarên me re dinirxîne û dibêje ew îhtîmala pêkanîna hikûmeteke koalîsyonê nêzîk nabîne.

“Tevî ku Serokwezîr Davutoglu dixwaze hikûmeteke koalîsyonê ava be, bi nêrîna min Tirkîye ber bi hilbijartinên pêşwext ve dihere jiber ku Serokomar Erdogan dijî koalîsyonê ye û kesê ku biraya dawî bide ew e.”

Avci balê dikşîne ser rewşa dijwar ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku tevî serkeftina mezin ya hilbijartinê, dibe armanca êrîşên tund.

“Hêvîya HDP ew bû ku di qada sîyasetê de roleke hîn bandortir bilîze, lê bilindbûna dengê çekan pêşî li vî tiştî digire. Loma HDP hewleke mezin dide ku şer bisekine û peyvajo jinûve berdewam bike.”

Kemal_Avci_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00

Avci di dawîya hevpeyvînê de dibêje ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikare roleke girîng di vê qonaxê de bilîze, loma divê hikûmet rê li ber hevdîtinên ligel Ocalan veke.

XS
SM
MD
LG