Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîn: Parzemîna Başûrê Gerdûnê Rastî Guherînên Dijwar Yên Keşûhewayê Bûye


Zanayên jîngeh û keşûhewayê dibêjin ku parzemîna Başûrê Gerdûnê ya cemidî ketiye bin bandora guherîna keşeûhewayê bi şêwazekî berçav û tund. Li gor lêkolîneke nû, pileya germahîyê pir hatiye guhertin û bûyerên jîngehî yên tirsnak çê dibin.

Guherîna keşûhewayê, ku ji hêla mirovan dibe, bandor li rewşa gerdûnê kiriye û nuha êdî metirsî derbarê rewşa giştî çê bûye, li gor raporta rêxistina Frontiers in Environmental Science.

Ev rêxistina lêkolînê diyar dike ku çawa qeşa li alîyê rojavayê vê parzemînê tê hilandin û ev bixwe jî gefeke mezin li ser bilindbûna asta ava derayayê dike, bi taybetî çemê qeşayê ku bi hêzek pir mezin diherike. Zanayan navê vî çemî kirine Çemê "Qeşaya Qiyametê." Hewldanek navneteweyî heye ku van guhertinan ji nêzîkî ve bişopînin û bizanin ka çi dibe.

Martin Siegert, profesorê zanistên gerdûnê li Zanîngeha Exeter û nivîskarê sereke di vê lêkolînê de dibêje ku "Guherîna Parzemîna Başûrê Gerdûnê nûçeyeke pir xerab e jibo Gerstêrka me."

Anna Hogg profesora li Zanîngeha Leeds e û ew jî beşdarî nivîsîna raportê bûye. Wê got ku xebata wan guhertinên tevlihev û girêdayî di navbera qeşa, oqyanos û hewayê de nîşan dide.

"Gava ku we guhertinek mezin çê kir, wê demê dibe ku bi rastî dijwar be ku mirov careke din vegerîne."

Hogg dibêje ew guherîn girêdayî çalakîyên mirovan e.

Helen Fricker, profesora jeofîzîkî li zanîngeha California dibêje, encamên lêkolîna nû "bi rastî nîşanek bihêz ay guherîna keşûhewayê ye."

Tîma Siegert û Hogg li gelek sedemên bingehîn dinêrin, di nav de pêlên germê, hilandina qeşaya deryayê û hilweşîna zinarên qeşayê.

Siegert pêla germa sala borî ya li Parzemîna Başûr diyar kir ku pila germahiyê li navnedên lêkolînê guhert û gihand 38 pileya Celsius (70 pileyî Fahrenheit). Ew jî ji ya normal pir zêdetir e.

Piştî vê lêkolîna ku hatiye belavkirin, êdî nêrîna zanayên keşeûhewayê bi awayekî tirsanak diayr dibe û hişyarî dan ku ger bi vî awayê berdewam bike, wê jiyanê li ser gerdûnê têxe bin metirsîya wendakirinê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG