Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê di Doza KCK'ê de Gelek Ceza li Sîyasetvanên Kurd Hatin Birîn


Doza serekî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya Wanê, piştî biryara betalkirina Dadgeha Bilind, li Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê hat dîtin.

Dadgehê Hevserokê Şaredarîya Bajare Wanê Bekir Kaya jî di nav de, bi dehan sal ceza li 13 sîyasetvanên Kurd birî.

Di rûniştina doza KCK'ê ya Wane de, dadgehê bi îdîaya "endamtîya rêxistina PKK" ji 6 salan heya 9 salan ceza li sîyasetvanan birî.

Sabahattîn Kaya
Sabahattîn Kaya

Sebahattîn Kaya, parêzerê Bekîr Kaya got ku kesên hatine darizandin ji bilî sîyasetê ti karên cûda nekirine.

“Ew endamên partîya sîyasî ya Partîya Aşitî û Demokrasî (BDP) ne. Ew ne endamên PKKê ne. Ev biryar ne hiqûqî ye, lê biryareke sîyasî ye.”

Dadgehê ji Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Velî Avci, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û Metîn Adugît re 8 sal û 9 meh, ji Mehmet Şirîn Yildiz, Murat Durmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah, Dervîş Polat re jî 7 sal û 6 meh, Hecer Saruhan re jî 6 sal û 3 meh ceza birî.

Dadgehê herwiha derbarê 11 kesên, ku serbest dihat darizandin, jî biryara girtinê da.

AA_09_11_2018_Wan_KCK
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG