Hevseroktîya Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êvara Pêncşemê di derbarê hevdîtina Abdullah Ocalan li Girava Îmralî daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Omer Ocalan parlementerê DEM Partî û birazayê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan li Girava Îmralî 23’ê Cotmehê roja Çarşemê qasî 2 seatan hevdîtin kiribûn.
Bi Ocalan re herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de hevdîtin pêk hatibû.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku " ne pêkan e ku behsa pêşkeftinek were kirin yan were hêvî kirin", dema ku tecrîda ser Abdullah Ocalan berdewam dike û hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi tevahî neyê bi dawî kirin, şertên saxlemî, ewlekarî û yên bo xebatê ji wî re neyên peyda kirin, KCK got:
"Di meha Cotmehê de roja Çarşemê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hat. Hin peyamên ku Rêber Apo dixwest bigihîje raya giştî, hatin parvekirin. Piştî pênc salan hevdîtina bi Rêber Apo re pir girîng e. Di vê hevdîtinê de agahîgirtina ji Rêber Apo, em, gelê me û dostên me gelek kêfxweş kirin. Lê wek ku Rêber Apo dîyar kir tecrîd nehatiye rakirin û didome."
KCK dîyar kir ku muxatabê çareserîya kêşeya Kurd Ocalan e û aştiya li Tirkîyê jî bi muxatabgirtina wî pêkan e, KCk dibêje:
"Hem me hem jî gelê me her tim nîşan dane ku muxatabê çareserîya demokratîk ya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Em vê nêzîkatîyê careke din tekez dikin. Gelê Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve wê pêvajoya ku Rêber Apo bi pêş bixe esas bigire. Rêber Apo îradeya tevgera me û gelê me ye û muxatab û muzakerevanê çareserîya demokratîk ya pirsgirêka Kurd e. Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesteke cuda nîne. Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye tevbigere."
Jêder: ANF