Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Kombûna Biden û Kazimî de Hebûna Leşkerî ya Amerîkî li Îraqê Mijara Serekî Ye


Iraqi Prime Minister Mustafa al-Kadhimi
Iraqi Prime Minister Mustafa al-Kadhimi

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro Duşemê mêvandarîya Serokwezîrê Îraqê Mustefa el-Kazimî li Qesra Sipî dike.

Tê çaverê kirin ku paşeroja hêzên Amerîkî li Îraqê mijara serekî ya gotûbêjên her du rêberan be.

Hefteya borî, Wezrîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên ji Dengê Amerîka re got ew pêşbîn dike her du welat li ser dawîkirina erkê Amerîkî yê leşkerî li Îraqê li hev bikin.

Niha dora 2,500 leşkerên Amerîkî li Îraqê ne, wekî beşek ji hewilên koaliyona navnetewî di şerê de jî rêxistina DAÎŞ’ê de ku 2014ê destpê kir.

Amerîka û Îraqê meha Nîsanê li hev kir ku karê hêzên Amerîkî li Îraqê biguherin da ku bêtir balê bidin ser perwedekirin û şîretdayînê bo hêzên ewlekarîya Îraqê. Lê, wê çaxê ti demeke destnîşankirî jibo pêkanînêa vê yekê nehatibû danîn.

Îraqê sala 2017ê serkeftin li dijî mîlîtanên DAÎŞ’ê ragihandibû. Lê belê, rêxistina terorîst hîn jî hebûna xwe li wî welatî heye. Hefteya borî, DAÎŞ êrîşeke xwekuj li bazarekê li Bexdayê pêk anî ku di encama wê de bi kêmî 30 kes hatin kuştin.

Karibdestekî payebilind yê rêvebirîya Biden ji rojnamevanan re got ku “armanc bi tevahî têkbirina DAIŞ’ê ye.

"Em dizanin ku divê em zextê li van komên bikin da ku careke din negihêjin hev, lê rola hêzên Amerîkî û yên koalîsyonê dikare bi giştî di çarçoveya perwede, şîret, parvekirina agahîyan û alîkarîya lojîstîk de be,” heman karbidestî got.

Civîna Duşemê herwiha di demekê de ku êrîş li ser bingehên Amerîkî li Îraqê dom dikin. Washington mîlîşyayên ser bi Îranê ve bi van êrşan tawanbar dike.

Roja Şemîyê, fermandarekî mîlîşyayeke ser bi Îranê ve daxuyanîyek derxist, tê de gefeyên bo êrîşên li dijî hêzên Amerîkî li Îraqê kir û banga vekîşîna hêzên Amerîkî dubare kir.

Her roja Şemîyê, êrîşek bi dronan li ser bingeheke leşkerî li Kurdistana Îraqê pêk hat ku hêzên Amerîkî jî li wê bingehê dimînin.

Hebûna leşkerên Amerîkî li Îraqê mijareke kêşebar e. Hin kes dibêjin pêdivîya Îraqê bi piştevanîya Amerîka ya leşkerî heye. Hinekên din yên wekî alîyên sîyasî yên ser bi Îranê, bang li hêzên Amerîkî dikin ku vekişin.

Ji bilî mijara leşkerî, tê çavere kirin ku Biden û el-Kazimî babetên din yên wek hevkarîya di warên sîyasî, aborî, saxlemî, perwerdeyî û çandî de nîqaş bikin.

XS
SM
MD
LG