Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katz Piştrast Dike ku Yahya Sinwar Hatiye Kuştin


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz îro Pêncşemê piştrast kir ku rêberê Hamasê Yahya Sinwar hatiye kuştin.

Katz, di peyameke taybet de bi dehan hevtayên xwe yên li seranser cîhanê agahdar kiein ku Sinwar miriye.

“Ev, jibo Îsraîlê serketineke mezin ya leşkerî û exlaqî ye û jibo tevahîya cîhana azad jî serfirazîyekê dijî Îslama radîkal ya bi pêşengîya Îranê ye. Tunekirina Sinwar pêşîya îhtîmala berdana demûdest ya dîlan û rê li ber guhertinê vedike ku li Gazayê rastîyeke nû ya bê Hamas û bê kontrola Îranê derdixe holê.”

Katz herwiha got ku Sinwar mêjîya li dû komkujî û hovîtîyên 7’ê Cotmehê ye.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG