Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sîpî: Pirtir ji 300.000 Karkerên Federalî bo Endamtîya Sendîkayan Mafdar In


Qesra Sîpî
Qesra Sîpî

Qesra Sîpî îro Duşemê ragihand ku tîma rewşa kar û xebata li Amerîka ya serok Joe Biden di derbarê keda rexistinî de raporteke amade kiriye.

Biden di Nîsana 2021'an de bi serokîya cigira xwe Kamala Harris û Wezîrê Kar Marty Walsh wek cigirê serok bi beşdarbûna karbidest û pisporan komeke rewşa kar û xebata li Amerîka darizandibû.

Raport beşdarîya kêm ya karkarên hikûmeta federal ya Amerîkî ya bo sendîkayan destnîşan dike.

Raport radigihîne ku zêdeyî 300,000 karkarên hikûmeta federal, ku kardêrê herî mezin yê welêt e, mafdar in ku beşdarî sendîkayekê bibin lê nebûn in.

Li gor ragihandina Qesra Sipî di raportê de 70 pêşnîyarên cuda yên polîtîk hene, ka hikûmet çawa dikare alîkarîya karkeran bike ku beşdarî sendîkayên karkeran bibin û bi rexistinî danûstandinan bikin.

Hikûmet dê sendîkayên ku dixwazin endamtîyê ava bikin, gehîştina karkarên federal bêtir pêşkêş bike û hevdem ji sazîyên federal bo sendîkabûyîna karkeran pirtir hevkarîyê daxwaz bike.

Herwiha, di rapora bi 43 rûpelî ji Wezareta Kar tê xwestin ku bo karkarên ku tevlî sendîkayê dibin parastina tevahî were ava kirin da ku rûbîrûyê binpekirinan nemînin.

Yek ji armancên sereke yên raportê pêşîgirtina li dabeşkirina xelet ya karkeran ya wek peymankarên serbixwe, hat dîyar kirin.

Raporta Qesra Sipî destnîşan dike ku tenê ji sedî 10.3 hêza kar ya Amerîka di 2021'an de ji hêla sendîkayekê ve hatîye temsîl kirin; ev rêje ji sedî 30'yê di salên 1950'an de kêm e.

Rêje bo xebatkarên pişesazîya taybet jî gelek kêm e, ku endamtîya sendîkayan di 2021'an de wek ji sedî 6.1 hatiye tomar kirin ku rêjaya ji sedî 16.8 ya di 1983'an daketiye wê astê.

Wezîrê Kar Walsh di hevpeyvînekê de ji Reutersê re got, "Ev rapor dê bo karkerên li Amerîka hin tiştên baş bike."

Liz Shuler, seroka AFL-CIO, federasyona karkeran ya herî mezin ya welêt e û ji 57 sendîkayan û 12.5 mîlyon kedkaran pêk tê, ser raportê bi Reutersê re axifî.

Shuler got ku wê tevgera kedkaran ya Amerîka wê bibe "çav û gohên li qadê " ku piştrast bike ku pîvanên raportê werin bi cîh anîn.

Raporta Qesra Spî nabêje ka endamtîya bo sendîkayan ji dema ku Biden dest bi kar kiriye ve, çiqas zêde bûye lê dibêje ku pandemî hejmara b

eşdarîya bo sendîkayan bilind kiriye.
Ji sedî 68'ê Amerîkî niha sendîkayên kedkaran dipejirînin kuji 1965' an vir ve asta herî bilind e.

Pispor dibêjin ewê di nava şeş mehan de rapora diduyan werin pêşkêş kirin, da ku pêşketin û bicîhkirina pêşnîyaran nîşan bide û binîrxîne.

XS
SM
MD
LG