Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Banga Damezrandina Hikûmeta Îraqî Dikin


Serokê Hêzên Leşkerî yên Amerîkî Admîral Mike Mullen û Cîgirê Wezîra Derve ya Amerîka, Jacob Lew, di civîna ragihandina hevbeş de, ji endamên medya re diaxife, Navenda Ragihadina Bexda, 27 Tîrmeh 2010
Serokê Hêzên Leşkerî yên Amerîkî Admîral Mike Mullen û Cîgirê Wezîra Derve ya Amerîka, Jacob Lew, di civîna ragihandina hevbeş de, ji endamên medya re diaxife, Navenda Ragihadina Bexda, 27 Tîrmeh 2010

Qumandarê bilind yê leşkerî yê Amerîkî û cîgirê wezîra derve, di heman demê de li Bexda bûn, ku heman peyamê bigehînin rêberên Îraqî. Mesaj ev bû ku, divê li gorî encamên hilbijartinên berî 4 mehan, hikûmeteke nû bête damezrandin.

Serokê Hêzên Leşkerî yên Amerîkî Admîral Mike Mullen, dema rewitîya xwe ya Bexdayê de, li firokê bi peyamhinêran re peyîvî. Muller got, hikmeteke nû li Îraqê pêdivî ye ku em bikanibin derbarê paşeroja peywendîyên leşkerî yên navbêra Amerîka û Îraqê gotûbêj bikin.

Em di rewşeke wusa da ne ku li benda hikûmeteke nû ya Îraqê ne. Hemî nîşaneyên her du alî xuya dikin ku daxwazîyeke xurt heye, jibo peywendîyên pirdemî. Divê, hûrgilîyên wê daxwaza heyî û çarçoveya rekeftina stratejîk bêne dîyar kirin.

Karbidestên Amerîkî bi awayekî nerastxwe ragihandin, ku hêzên Amerîkî dikanin piştî dema destnîşan kirî ya vekêşanê li Îraqê bimînin, eger daxwazeke wî rengî ji karbidestên Îraqî were. Eger ew yek pêk were, hêzên mayî dê jibo fêr kirina leşkerî alîkarîya hêzên Îraqî bikin.

Berpirsê bernameya fêrkirina Amerîkî ya jibo Hêzên Esmanî ya Îraqê roja Seşemê got, Îraqî dê piştî 2011'ê ya vekêşana hêzên Amerîkî jî, hewceyî alîkarîya berevanî ya esmanî bin.

Lê, Admîral Mullen got, nexşeya wan ya vekêşanê her wekî plankirî didome:

Em hîn jî li ser nexşeya xwe ya kêmkirina hêzên xwe ne û heta 1'ê meha Îlonê, emê hejmara hêzên Amerîkî, wekî plankirî daxînin 50.000 yan jî hindiktir. Ez ti sedemek nabînim ku li pêş ve yekê bibe asteng.

Admîral Mullen got, hêzên Îraqî amade ne ku berpirsîya ewlehîyê bi tevahî bigirin bin kontrola xwe, gava hêzên Amerîkî jî, jibo mîsyona alîkarî û şewirmendîyê xwe diguherin û jinûve saz dikin.

Mullen her wiha ligel Cîgirê Wezîra Derve ya Amerîka, Jacob Lew civîneke ragihandinê pêk anî. Di wê civînê de, Jacob Lew jî behsa guherîna hêla sîvîl ya têkîlîyên Amerîkî û Îraqî kir./

Têkîlîya heyî dê pirtir bibe têkîlîya navbêra du alîyên sîvîl, lê bi awayekî pir alî. Emê li geleki cîyan bi hevre bin, da ku karê me destpê kirî bi serfirazî biqedînin û wekî plankirî destbi projeyên nû bikin, ligel hevkarên xwe yên li nav hikûmeta Îraqî.

Lew got, piştî vekêşana hêzên Amerîkî, diplomat û Amerîkîyên din yên sîvîl dê rû bi rûyê dijwarîya ewlehîyê bin. Lê, hewil û bizavên me berdewam dikin ku rêkên nû bibînin, jibo peyda kirina parastina karê pêşvebirinê û domandina projeyên din yên sîvîl.

XS
SM
MD
LG