Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnan de Pirtir Kuştî li Karabax Tê Ragihandin


Helîkoptereke Azerî ku li Karabaxê ketiye xwarê
Helîkoptereke Azerî ku li Karabaxê ketiye xwarê

Azerbaycan dibêje, 3 leşkerên wê di şerê li Nagorno Karabax (Karabaxa Çîya) de hatine kuştin, di vê demê de ku Ermenistan jî hişyarî dide ku alozîya heyî dikare xirabtir be û bifitile şerekî gûrtir.

Berdevkê Wezîrê Berevanî yê Azerbaycanê Vagif Dargyakhly got ku serhildayan çeperên leşkerî yên Azerî û gundên ser sînor topbaran dikin, tevî ku hikûmeta wan roja Yekşemê agirbesta yekalî ragihandibû.

Serokê Ermenistanê Serzh Sargsyan jî Azerbaycan sûcdar kir ku "kiryarên provakatîf” didomînin û sîvîlan dikin armanc.

"Piştî qaşo agirbesta yekalî ya Azerbaycanê, artêşa wê bi berdewamî deverên şenîbar yên Karabax topbaran dkin,” Sargsyan got.

Sargsyan hişyarî da û got eger girjî û alozî zêde be û çer jî gûr bibe, hîngê welatê wî dikare pênasînê bi serxwebûna Nagorno-Karabakh bike.

XS
SM
MD
LG