Polîsan îro Îniyê li bajarê Ottawa ya paytexta Kanada dijî qedexeyên COVID-19 yên welêt, carek din destwerdan kirin.
Karbidestên ewlehîya bajer eşkere kirin ku îro gelek xwepêşanderan xwe radestê polîsan kirine û gelek ji wan jî hatine desteser kirin.
Polîsan cara yekê di derengîya Pêncşemê de destwerdan kir da ku dagirkerîya kolanan û girtina trafîkê bişkîne.
Rûbirûbûna li Ottawa ya di navbera polîs û şûfêrên kamyonan, dema otombêlên polîsan doh Pêncşemê gehîştîn nêzî avahîya Parlemanê.
Bi sedan şûfêrên kamyonan ku gelek rêkên paytext Ottawa girtibûn berxwe dan û li horinên (deng) komyonên xwe xistin.
Polîsan da zanîn ku du ji rêkxerên xwepêşandanan Tamara Lich and Chris Barber hatine girtin, lê wan bêtir zorî dijî xwepêşanderan nîşan ne dane.
Xwepêşanderan, ev nêzî sê heftene dor û berên paytext Ottowa bi kamyonan dorpeç kirine û rakirina qedexeyên COVID-19 daxwaz dikin, xwepêşandanên ku navûdengê Kanada xirab kirine.