Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin bi daxuyanîyekê ragihand ku ji do Sêşemê vir ve nirxa lîraya Tirk li hember dolara Amerîkî jinûve radibe.
Kalin da zanîn ku Tirkîye naxwaze bi ti kesî re cengeke aborî bike û dîyar kir ku bacên nû yên bo berhemên Amerîkî ‘’bersîva êrîşan e’’
Kalin ser rawestandina firotana firokên F-35 got ku ‘’Ger wisa here Tirkîyê dê serî li rêkên hiqûqî bide û gavekê jî bi şûnde navêje’’
Ser pirseke derbarê boykotkirina berhemên elektronîk yên Amerîka jî Kalin diyar kir ku hemwelatîyên Tirkîyê bertekeke neteweyî nîşan dane.