Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kabîneya Nû ya Hikûmeta Îraqê Hate Pejirandin


Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê li pêş parlemanî amade bûn, Sêşembî, 21 Meha 12, 2010.
Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê li pêş parlemanî amade bûn, Sêşembî, 21 Meha 12, 2010.

Parlemanê Îraqî kabîneya nû ya hikûmeta Îraqî bi serokatiya Nûrî Malikî pejirand. Parlemanî roja Sêşembî 29 ji 42 wezîrên kabîneya hikûmetê pejirandin, neh mehan piştî hilbijartinên parlemanî li meha 3-Adarê.

Wezîrên demkî ji bo 13 postên kabîneya hikûmetê hatin destnîşan kirin, heta wezîrên herdem bo wan postan dihêne diyar kirin.

Roj Nûrî Şawês û Salih Mutleg ji bo postên cîgirê serokwezîrî hatin destnîşan kirin.

Dengdan li ser kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê roja Duşembî hate paşêxistin, piştî nerazîbûna jimareka endamên parlemanî beramberî destnîşan kirina wezîrên demkî bo 13 wezaret û postên serekî.

Ji bo pêzanînên pitir, faylên dengî yên rexê rastê vê perê kilik bike:

-Raporta peyamnêr Ed Yeranian li ser pejirandina kabîneya hikûmeta nû.
-Hevpeyvîna hevkar Dexîlê Şemo ligel endamê parlemanê Îraqî Mu’eyed Teyyib.

XS
SM
MD
LG