Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson & Johnson Dibêje Vaksîna Wê Dijî COVID-19 bi Bandor E


Kompanîya dermanan Johnson & Johnson, ku navenda wê li New Jersey ya Amerîka ye, ragihand ku vaksîna wan ya vîrusa korona ya yekdozî li Amerîka 72 ji sedê berevanî çêkiriye.

Johnson & Johnson dîyar kir ku rêjeya berevanîyê ya vaksîna wan çêkiriye li gor herêmên bi cureyên nû yên vîrusa korona diguhere.

Li gor daxuyanîya kompanîyê, bi ceribandinên li ser 44 hezar dilxwazan derketiye ku vaksînan wan li Amerîka 72 ji sedê, li Amerîkaya Latîn 66 ji sedê û li Afrîqaya Başûr jî 57 ji sedê berevanî çêkiriye.

Rêjeya berevanîyê ya vaksîna Johnson & Johnson li gor ya Pfizer – BioNTech û Moderna kêmtir e, lê ew kompanîya dibêje ku jiber ku vaksîna wan yekdozî ye û ne hewce ye ku ew di depoyên pir sar de werin veşartin, pratîktir e.

Johnson & Johnon wê bo destûra fermî di hefteya pêş de serî li Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) bide.

XS
SM
MD
LG