Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 300,000 Derbaz Kir


Zanîngeha Johns Hopkins ya li Amerîka ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhan3e 300,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên wê zanîngehê, vîrusa korona heta niha 13049 kes kuştine.

Îtalya bi 4825 mirinên ji vîrusa korona li rêza pêş e.

Li dû wê, bi 3144 mirinên li Hubei, Çîn û 1381 mirinan Îspanya tê.

Pêzanîn dawî dîyar dikin ku li Washingtonê 94 û li New Yorkê jî 76 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG