Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku wî John Bolton kiriye Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî.
Bolton, ku parêzer û dîplomat e, ji demeke dirêj ve ye bo rêvebirîyê di lîsteya Serok Trump de bû.
Bolton yê konservatîf, ser kêşeya Koreya Bakur bi nêrînên xwe yên tund tê nasîn.
Bolton di meha Sibatê de ji Serîsa Kore ya Dengê Amerîka re gotibû ku Pyongyang tenê bo domandina stratejîya propagandaya xwe dixwaze danûstandinan bike, wan berê jî ew rêka dîtiye û dawîya wê her tim têkçûn e.
Bolton, ser pirsa ''Tu dixwazî di rêvebirîya Trump de cîh bigirî?'', gotibû ku ''Ez ti carî bo pirsên wisa bersivê nadim.''
Bolton, niha yek ji pisporên American Enterprise Institute ye, li Fox TV'yê şirovekarîyê dike û di sazîyeke bazirganîyê de şêwirmendê payabilind e.
John Bolton, berê di çend sazîyên wek Yekîtîya Çekên Neteweyî de cîh girtibû.
Bolton, di rêvebirîya Ronald Reagan, George H.W. Bush û George W. Bush de kar kiribû.
Bolton, di navbera 2005 û 2007'an de li Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.
John Bolton, dema balyoz bû NY ser bêbandorbûnê bi awayekî eşkere rexne kiribû.
Li ber e ku John Bolton di 9'ê Nîsanê de dest bi karê xwe bike.