Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kirby di Hevpeyîneke Taybet de Bersiva Pirsên Dengê Amerîka Dide


John Kirby, Şêwirmendê Ragihandina Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî
John Kirby, Şêwirmendê Ragihandina Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de John Kirby, Şêwirmendê Ragihandina Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî behsa çend mijarên girîng kirin.

Kirby li gor pirsan li dor rewşa diyaloga di navbera Îsraîl û Hamasê bi navbeynkariya Amerîka got, ya giring ew ku daûnstandin bi qonaxa yekê bi encam bibin, agirbest were destpêkirin, rehîne werin berdan û paşî derbasî qonaxa duyan bibin.

"Tiştê ku em dixwazin bikin ev e ku qonaxa yekê bi dest bixin û şeş hefte girbest were qebûl kirin," paşî emê domdarîyê bidin qonaxa duyan, armanca pêşî ya danûstandinê eve, Kirby got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serdanek fermî hate Washingtonê, li Kongresa Amerîka gotarek pêşkeş kir ku ji aliyê pirraniya endamên Kongresê ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Kirby li ser pirsên derbarê encamên civînên Netanyahu bi serok û berpirsên Amerîka re got ku "ew ne çaverêyî daxyuyaniyek mezin in" û naxwaze bikeve nava hurgiliyan, lê tiştê baş ewe ku "nîqaşên baş pêkhatin" ew delîve jibo Netanyahu çêbû ku metirsiyên xwe yên derbarê helwesta Amerîka ya li dor agirbestê bîne ziman, û herwiha ser hejmarek mijarên din yên weke, zêdegaviyên Îranê yên ku dibin sedema nearmiyê li herêmê, aloziyên ser sînor yên bi Hizballah Lubnanê re, alîkariyên mirovî bo rûniştvanên Gaza û gelek mijarên din lê "ti daxuyaniyek taybet bi min re tuneye," Kirby got.

Derbarê berdana rehîneyên Îsraîlî yên li cem Hamasê, Kirby anî ziman ku ti geşbîniyek bi wî re tunye, lê "ez bawer dikim niha ji her demê zêdetir nêzîkbûna çareseriya pirsa rehîneyan heye," Kirby herwiha bal kişand ser îmkanên hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê bi malbatên rehîneyên re û ji nêz ve "guh bide nerihetî, metirsî û heza vegerandina xizmên wan" yên ku niha di dest Hamasê de girtîne.

Kirby ser hevdîtina çaverêkirî ya Netanyahu û Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris axifî û got ku derbarê siyaseta Kamala Harris ya ser rojhilata navîn nikare ti pêşbînî bike, lê Harris jî beşek ji siyaseta rêveberiya niha ya Amerîka ye, ku pirsên girêdayî rojhilata navîn û şerê li Gazayê mijarên gelek girin in bo Amerîka.

Herwiha wî bersiva pirsa amadenebûna Kamala Harris di dema pêşkeş kirina gotara Netanyahu de li "Capito Hill" got ku wê çalakiyên pêşwext yên plankirî hebûn.


Kerby got ku rûbirûbûna bi Hizbullah, Hamas û Hûsiyan re mînakek ji hevkariya hevbeş di navbera Amerîka û Îsraîlê de li dijî çalakiyên bêîstiqrar yên hikûmeta Îranê û komên bi wê re.

Wî got: "Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pabendbûna hesinî ya Amerîkayê li ser ewlehiya Îsraîlê dupat kirin û li ser rûbirûbûna girantirîn gefên Komara Îslamî ya Îranê û hêzên wê li seranserê navçeyê gotûbêj kirin."


Kirby ser pirsa nerihetiya endamên NATO li dor geşedanên di warê hewildanên leşkerî û çekan de yên bi hevkartiya Çîn, Rûsya, Îran û Koreya Bakur, wî got ku "helbet bi xemgînî em li pêşdaçûna peywendiyên di navbera Rûsya û Çînê de, Rûsya Koreya Bakur de mêze dikin, " ku ew her du welat desteka leşkerî didin Rûsya bo şerê li dij Ukrayna.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG