Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Siyasî Û Aborî ya Îraqê li Bendemayîna Rêveberiya Nû ya Amerîka


Arşîv: Joe Biden li Balyozxana Amerîka li Bexda
Arşîv: Joe Biden li Balyozxana Amerîka li Bexda

Serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Aemrîka da, bo sedema derkatina reaksyonên cûda yên gelek welatan, ku çaverêyî guherînan in, di siyaseta derve ya Amerîka da li Rojhilata Navîn, lê beşek ji berpirsan weha nabîn ku serokê nû yê Amerîka bikare guherînên stratejî di siyseta Amerîka da li herêmê pêk bîne.

Berpirsên Îraqê, kêlî bi kêlî hilbijartinên Amerîka dişopînin, li gor wê yekê ku guherînên li Amerîka çê dibin bi dê raste rast bandorê li ser rewşa welatên wan bikin, bi taybet jibo wan ne zelale, dema guherîn bi ser rêveberîya Amerîka da tên, kanê siyaseta Amerîk û serokê nû li hember Îraqê dê di çawan bin.

Ekrem Salih, Endamê Serkirdayeta Partî Demokratî Kurdistan PDKê dibêje, Amerîka welatê saziyane, guherîna serokî, guherînên mezin bi ser stratejîya wî welatî da dirust nake, lê jiber ku Biden pispore di pirsên rojhilata navîn û Îraqê da renge pêngavên diavêje dirust bin. Jiber ku tecrûba wî heye û têkilî jî bi serkirdên wan ra hene.

Heta niha siyaseta Amerîka li hember milîtanên Şia li Îraqê helwestek tunde, dem bi dem êrîşan li dij wan pêktîne, lê li ser astê Îraqê, nerînên cûda hene derbarê siyaseta Amerîka ya Rêveberiya Nû li Îraqê.

Beşekî wan weha dibînin ku siyaseta niha ya Amerîka ya li hember Îran û milîtanên şîa li Îraqê dê dom bike. Beşek jî weha dibînin ku givaşên li ser hêzên şîa dê xav tir bibin û bi şêweke dîplomasî dê serederî li gel wan ête kirin.

Nejat Husên, yek ji serkirdeyên Rewta Hîkme ya Niştîmanî ya Şiî, bang li Joe Biden dike ku dema tê ser desthilatê bi şêweke dîplomasî û dûr ji gefkirinê û bikar anîna hêzê serderiyê li gel pirsgirêkên Îraqê bike, ne bi şêweyê gefan û êrîkirinê, jiber ku pirsgirêkên heyî pêwîstî bi lihevgiheştinê heye.

Li gel belavbûna nûçeyên serkeftina Biden, Sunneyên Îraqê ketin nava tevgerê, beşekê sunniyan daxwaza herêmeke taybet ya cûda ji Bexda dikin, Kurd jî geşbînin ku mafên wan di serdema rêveberîya nû da bicih bihên. Bi taybet Joe Biden pêşwext jî xwediyê projeya Sê Herêmî ya Îraqê bû.

Burhan Mihemed Ferec, endamê berê yê parlamena Îraqê ji fraksyona Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê weha dibîne ku Joe Biden xwedî pisporiyek başe di rewş û dîroka Îraqê da, jiber wê yek dibe bi şêweke hekîmane serederiyê li gel Îraqê bi giştî û pêkhateyên wê bi taybetî bike. Bi taybet wî projeya Fedralîsmê hebû jibo Îraqê û dibêje "Biden serederiya li gel çawniya siyaset kirin li hember Îraq û Îranê çavên wî vekirîne."

Biryare ku hilbijartinên pêşwext li Îraqê li meha Hezîrana bihê pêkbên ku beşekî hêzên şiîyan ne di gel dane. Jiber wê yekê her ji niha metirsîya rêgirîyê heye û dixwazin hilbijartinên pêşwext çênebin, eger ku Amerîka givaşan nexe ser wan dibe ku hilbijartinên pêşwext li Îraqê pêk neyên.

Raporta Kerkuk 08 11 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG