Di Roja Navneteweyî ya Têkoşîn û Rakirina Tundîya Ser Jinê de, jinên Kurd li hindur Efrînê hîn jî bi tundûtijîyê re rûbirû dimînin û rojek derbaz nabe bê ku binpêkirin dijî wan neqewimin.
Li gor sazî û rêxistinên mafê mirovan, ji dema destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser herêmê di Adara 2018'an de, rewşa mafê mirovan bi giştî û ya jinan bi taybetî têk çûye û ew dibin armanca hemû cure zêdegavî û binpêkirinan.
Çalakvana jin ya Efrînî Şilêr Sîdo dbawer dike ku armanca kiryarên hanikî çavtirsandin e.
“Dixwazin tirs û terorê bixin nav malbatên Efrînî û bi taybetî jinan da ku wan koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin. Çimkî ew çekdar tundrê û paşverû ne, loma dixwazin tolê ji jina Efîrnê hilînin, çimkî jina Efrînê pêşketî û azad e. Jina Efrînî pêşengîya civakê dikir û ev yek ne li gor bîr û nêrîna wan çekdaran e”.
Di vê derbarê de raporteke Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê destnîşan dike ku pirtir ji 1000 jinên Efrînê hatne girtin û revandin, ku çarenivîsa 400 ji wan ne dîyar e.
Raport bal dikşîne ku hin ji wan jinan li Tirkîyê girtî ne û hinekên din jî li zîndanên komên çekdar in.
Her li gor raporta rêxistinê, wan kanîbûye binpêkirinên din belge bikin, ku 65 jin rastî desdirêjîyê li zîndanên Tirkîyê û komên çekdar hatine, ku 5 jinan piştî destdirêjîyê dawî li jîyanên xwe anîne.
Dîsa, nêzî 50 jin jî di destê komên tundrê de hatine kuştin.
Ji zêdegavîyên li dijî jinên Efrînê tên kirin, zewaca bi darê zorê bi çekdaran re ye, ku pir caran keçên zarok di bin gefên ser malbatên wan de dibin qurbanîya vê yekê.
Şilêr Sîdo bawer dike ku xebateke hiqûqî û pirtir ragihandin pêdivî ye ku çareserîyek were dîtin.
“Take çareserî dawîkirina dagîrkerîyê û vegera gelê Efrînê ser axa xwe ye, da ku jinên Efrînê dîsa di jîyaneke normal de bijîn û rewşa wê asayî bibe,” Sîdo dibêje.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê di raporta xwe ya dawî ya Îlonê de, komên çekdar bi tawanên şer li Efrînê sûcdar kiribû.
Raporta komîteyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye berpirsîya binpêkirina mafê mirovan xistibû sitûyê Tirkîyê jî.