Jin TV di sala 2017an de bi dirûşma “Jin bi penûsa xwe, li pey heqîqetê ne” hatîye damezrandin û li gor Jin TV armanca wan ew e ku neheqî û tundî tujîya li diji jinan derxînîn hole.
Edîtora Jin News Gûlsen Koçuk dibeje “jin li ku be, em li vir in. Em dixwazin kar û xebatên jinan bidin ber çavan”.
Bi karbidestên nezîkî 20 kesan, Jin TV nûçeyên xwe hem bi Kurdî hem ji bi Tirkî çedike.
Pîranîya nûçê yên Jin TV li ser îdîayên binpekirina mafê mirovan ya ji alîye hezên ewlekarîyê ye. Di meha 10ande, du rojnamevanên we dema ku nûçeya avetina du kesan ji helîkopterê ji alîyê leşkerên Tirk ve eşkere kirine, hatine girtin. Yek ji wan kesan ku ten îddîa kirin ku ji helikopterê hatine avêtin, jîyana xwe ji dest daye û yê din jî birîndar bûye.
Lê Wezerata Navxweyî ya Tirkîye îddîa dike ku ew du kes dema ku ji leşkeran rewîyane birindar bûne.
Hîkûmeta Tirkîye Jin TVyê bi tawana giredana wan bi terorê tawanbar dike. Le rexistinên mafê mirovan dibejin, bi we tawanê hîkûmet dikare hemû karên rojnamevanî wekî karê terorî binav bike, mînak şopandina mîtîngên sîyasî.
Li gor rexistina Komîteya Parastina Rojnamevanan ku bingeha wê li New Yorkê ye, heta meha 12ehê, 37 rojnamevanan li Tirkîye girtîne. Tirkîye bi girtina rojnamevanan li dû Çînê ye.
Emma Sinclair-Webb lekolînera Rexistina Human Rights Watch ku bingeha we li New Yorkêye, dibejê “Li Tirkiye, rojnamevanan bi tawana terorî tên tawanbar kirin û ew ji pirsgirek e. Hîkûmet qebûl nake ku mafa rojnamegerî ya objektîf heye."
Jin TV ji dibeje ew bi tawanên hikûmetê yên terorî tên armanç girtin.