Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan û Grev li Bajarên Îranê di Roja 16.an de Berdewam Dikin


Turkey Iran Protest
Turkey Iran Protest

Li gor raport û vîdyoyên ku li ser torên mediya civakî hatine weşandin, xelkê nerazî di roja 16emîn ya xwepêşandanên seranserî Îranê de dom dikin.
Sibeha roja Yekşemê xwenîşander derketin kolanên Tehran, Mehabad, Tebrîz, Reşt, Bandar Ebas û gelek bajarên din yên Îranê û li dijî Komara Îslamî slogan avêtin.

Çend zanîngehên Îranê jî roja Yekşemê bûn meydana xwepêşandanên xwendekaran li dijî desthilata Komara Îslamî.

Hat ragihandin ku jibo tepeserkirina protestoyan li piraniya bajaran, yên Kurd jî di nav de, yekîneyên taybet hatine bicihkirin.

Roja Şemiyê, bajarên Kurdistanî yên li parêzgehên Kurdistan, Azerbaycana Rojava, Îlam û Kirmaşanê, li ser banga partiyên siyasî yên Kurd ji bo greva giştî, piraniya bazar û dikan hatin girtin.

Di nava rojê de bazar li herêmên Kurdan hatin girtin û danê êvarê jî mîtîng û xwepêşandanan dest pê kirin, di heman demê de pêwendiya înternetê kêm bû û hat astengkirin, lê gelek vîdeoyên çalakiyan hatin belavkirin.

Li gorî ragihandina Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê û Hengaw, hêzên ewlehiyê li Mehabad, Merîwan û Sine gule berdane xwepêşanderan, roja Şemiyê kesekî bi navê Moxtar Ehmedî xelkê Merîwanê hat kuştin û herî kêm 15 kesên din jî hatin girtin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê (HHR) ragihand ku di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de herî kêm 20 kes hatine kuştin û 785 kes jî hatine girtin.

Ji 17’ê Îlonê ve, piştî merasîma oxirkirina jineke ciwan ya xelkê Seqizê ku li ser destê polîsên exlaqî yên Îranê jiyana xwe ji dest da, piraniya bajarên Îranê bûne qada xwepêşandanên gel yên li dijî serpoşiya(Hicaba) bi darê zorê û siyasetên Komara Îslamî ya Îranê.

XS
SM
MD
LG