Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosya: Destdirêjî Û Tundî li Dij Jinên Karker


Jinên Karek li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê
Jinên Karek li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Di jiyana Rojane de ya jinên karker, gelek bûyer û arîşeyên ji ber rewşa kar derdikevin.

Bi dehan jin rastî azar, êş, bê heqî û destirêjiyê tên, bi taybetî di bazara karê ne fermî de ayan jî di nava kargehên taybet de.

Li gorî çalakvanên mafên jinan, piraniya jinên karker ku rastî neheqiyê hatine û destdirêjî li ser wan hatiye kirin, ne di sazî û dezegehên hikumî de kar dikin, 95 % ji binpêkirinên dijî mafê jinan di bazara karên taybet de rûdidin.

Li gorî şopandinê, li herêma Cezîrê piraniya jinên di bazarê de kar dikin Ciwanin, nexwendene, her wiha beşek ji wan derbider in. û beşek ji wan jinên bî ne, û mûçeyekî heqdest û berdêla karê wan perekî kêm û lawaz e.

Di lêgerîna me de Piraniya jinên di nava karê taybet de kar dikin na axvin, ew dibêjn ji ber tirsa berdana ji kar nikarin bi axivin.

jina ciwan ya bi navê Ebîr Mihemd ji taxa Al-Tey ya Bajarê Qamişlo ye tevî çend jinên din karê barhilgiriyê dikin.

Me Ebîr Mihemd ji derveyî kar dît, piştî danûstendinek demkî erê kir ku bi axive.Ew dibêje "Ew neçarin kar bikin bi mûçeyekî kêm, her wiha nikarin daxwaza zêdebûnê bikin, ji tirsa avêtin û derxistina ji kar.

Ez roj ê 5 demjimêran kar dikim, mehane mûçe yê min 125 hezar e ,normale, mûçe têranake lê em çi bikin, em neçaran ser vî tiştî, em nikarin ji wan re bêjin pirtir bidine me. dibêjin heke ku tu nerazî be dev ji kar berde, lewra em bi vî mûceyî razîne ji ber ku em neçarin kar bikin."

Dîtina kar ji bo jinek nexwendî an xwedî malbat pirr zehmete, heke kar dibîne jî ji neçarî her ciqasî giran be û ne layqî wê be jî, lê pê razî ye ku debara jiyan xwe bike.

Li gorî rêxistinên mafên jinan destdirêjya li ser jinê mijara herî bi êşe derbarê mafê jinê de.

Rêxistin diyar dikin ku piraniya jinên rastî destdirêjiya Seksî tên di nava beşê karê taybet de rastî van bûyeran tên.

Arzo Temo, Rêxistina Sara
Arzo Temo, Rêxistina Sara

Rêvebira Ofîsa Yasayî ya Rêxistinê Sara Arzo Temo dibêje li gorî danayên fermî 188 dozên destdirêjiyê di mecilsa dadê de hene. Temo behsa dozekê ji van dozan dik e.

Rîham, navê xwediya vê doze ye navê wê Yê ne rast e, rastî destdirêjiya Sêxy hat ji aliyê xwedenê kar ve.

Ew jineke Ciwan e dêya Çar zaroka ye, hevserê wê jiyan xwe ji dest daye, tirsa ji xwedanê kar, her wiha xêzanî û dûrxistina ji kar, sedemên bê dengiya wê bûn demeke dirêj ji destdirêjiyê.

Rîham xwe dighîne rêxistina Sara, ku ew jî, ji aliyê xwe ve destwerdanê dike û tawanbar radestî dadegehê tê kirin û 15 sal sizayê zindanê lê tê birrîn.

Mediya Civakî Û Bandora li Ser Jinê

Li milekî din hin jinên rastî destdirêjiyê hatine, diyar kirin ku ew rastî gefan dihatin ji sûcdaran, bi rê ya mediyaya Civakî.

Çalakvan Recaa îsa
Çalakvan Recaa îsa

Çalakvan Recaa Îssa li ser vê bapetê dibêje ''Yek ji tawanên derbarê destdirêjiya ser jinê ku ew ji aliyê sûcdaran ve tê xapandin û destdirêjî li ser tê kirin, bi kar anîna Social media ye dem jin li kar digere''.

Mafê jinan li gorî zagonên rêveberiya xweser heya radeyekê parasteye. Li gorî zagona bingehîn koteya jinê di nava saziyan de rêjeya 50 % dike.

Lê çavdêrîya sazîyên têkildar û civaka sivîl ne bi hêze, lewma binpêkirin derhedqê jinan di nava kar de zêde ne, lê nayên eşkre kirin.

Zeyneb Saroxan, Desteya Jinê
Zeyneb Saroxan, Desteya Jinê

Rêvebria desteya Jin li herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan diyar dike, ku ''rêjeya jinên karmend di nava saziyên Rêveberîya Xweser bêtirî 75 % dike''.

Di derbarê mafên parastina jinan de di kargehên xweser de birêz Zeyneb Saroxan tekez dike ku ''mafê jinan di kargehên xweser de parastiye li gorî zagonên rêvebriya xweser''.

Li gorî çalakvanan sedemên abûrî bandora herî bihêze li ser rewşa jinê di bazar û kargehan de.

Çalakvan Rozelîn Bekir diyar dike ku pêwistî bi pilanên giştî hene ku hemû jinan di nava xwe de bigre.

Rozelîn Bekir
Rozelîn Bekir

Ew dibêje, ''Wek em dizana ev deh sal derbaz dibe ser kirîza Sûrî, rewşa aborî zehmete ji ber cezayên aborî yên ser rêjîma Sûrîyê, jiber ku em beşekin ji Sûrîyê qutnabin herêmên me jî bi bandor bûn bi van cezayan, lewraPêdiviya me bi pilanên Istratejîk heye, pilanên awarte, bo caraser kirina piroblema aborî ya ku herêm tê re derbaz dibe''.

Tevî hemû hewlên Rêveberiya xweser û sazîyên têkilî jinan li herêmên rêvebirîya xweser derbarê parastina jinan de, lê rewşa aborî, û şerê navxweyî li Sûriyê, û jîyana derbiderîyê ev hemû sedemên sereke ne, ku dihêle jin di bazarê de rastî destdirêjî û tûndîyê were.

Raporta Qamîşlo 31 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00

XS
SM
MD
LG