Bi tevlîbûna 300 jinên Êzdî konfransa damezrêner ya Yekîtîya Jinên Êzdîyên Rojava, li herêma Şehba hate li dar xistin.
Di konfransê de jinên Êzdî ji herêma Cizîrê, bajarê Helebê û Efrînê amade bûn, herwiha mêvan ji derveyî Rojava jî hebûn.
Dor armancên yekîtîyê û girîngîya wê endama Yekîtîya Jinên Êzdî ya Efrînê herwiha endama komîteya amadekar ya konfransê Gulê Cefer ji Dengê Amerîka re axivî.
Cefer dîyar kir: “Armanca me ku yekîtîya xwe xurt bikin û di serî de em wek jin kanibin roleke sereke bilîzin û di hemû waran de xwedî li civaka xwe derkevin”.
Di konfransê de grûpa mamosteyên ola Êzdî qewlên olî xwendin, herwiha çendîn gotar jî hatin pêşkêş kirin, tê de bal li ser rewşa Êzdî tê re derbaz dibin hate kişandin û bi taybetî li Efrînê.
Dor tişta divê bê kirin yek ji mêvanên konferansê Cazîya Hewran wiha bîra xwe parve kir: “Rêkeftin û yekîtî ji me tê xwestin, em destê hevdu bigrin û dijmin têk bibin, ku dixwaze ne tenê koka miletê Êzdî ji holê rake, lê belê ya 50 milyon Kurdî”.
Di dawîya konfransê de meclîsa yekîtîyê hate hilbijartin, ku ji van komîteyan pêk tê, perwerde, têkilîyên diplomasî, çand û huner, ciwan û ragihandin, herwiha 5 jin weke kordîne hatin dest nîşan kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hejmarek rêxistinên Êzdî li herêmên Kurdî yên Sûrîyê hene, ew bi serbestî û piştdana Rêvebirîya Xweser kar dikin, loma tê çaverê kirin ku ev yekîtîya nû anku Yekîtîya Jinên Êzdîyên Rojava derfetek zêde bide kar û xebatên civaka Êzdî.