Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Parlamana Nû ya Tirkîyê de Hejmara Jinan Çi Ye?


Rêjeya parlamanterên jin di palementoya 28’an ya Tirkîyê de wek 20 ji sedê hat ragihandin û ji 600 parlamanterên giştî, 121 jin in ku di parlamantoya berê de ew hejmar 104 bû.

Tevî ku ev rêje ji damezirandina Tirkîyê ve heta niha ya e herî bilind, rêxistinên jinan vê yekê gelek kêm dibînin.

Li gor partîyan, herjmara jinên ku hatine nav parlamantoyê ev e: AKP 50, CHP 30, Partîya Çep ya Kesk 30, Partîya Baş 6, MHP 4, TÎP 1.

Lê, li gor rêjeya endamên giştî yên partîyan, hejmara herî zêde ya jinan li nav Partîya Çep ya Kesk bi % 49,1 e. Di rêza duyê de Partîya Baş bi rêjeya % 26,5 cîh digire û ya sêyan jî CHP ye ku rêjeya wê % 26,3 û piştre AKP ya desthilatdar bi % 18,7 û ya dawî jî MHP ye ku rêjewa wê jî % 15,2 ye.

Parlamantera Partîya Çep ya Kesk Perîhan Koca ji Dengê Amerîka re got ku ev rêjeyên parlamanterên jin nîşan dide ku li Tirkîyê hîn jî desthilata zilaman ya serdest e.

“Di vê newekhevîya jin û mêran de em dibînin ku rengê dewleta zilam xwe dîyar dike. Lê, nîvê vê civakê jin in. Mixabin rêjeya jinan di parlamantoyê de gelek kêm e. Jin di hemû warên jiyan û têkoşînê de hene, lê di qada temsîlkirinê de gelek kêm in. Ger ev rêje negihêje % 50 pirsgirêkên jinan wê hergav bidomin,” Koca got.

Di nav 61 parlamanterên HDP’ê de 30 kes jin bin jî, lê Koca gava li tevahîya parlamantoyê temaşe dike vê yekê gelek kêm dibîne.

Komara Tirkîyê berî sedsalekê hate damezirandin. Lê heta niha jî li hin bajar hene ku heta niha nûnerên jin hilnebijartine.

Cara yekê ye ku Fîlîz Kiliç ji bajarê Nevşehîrê ji MHP’ê, Elvan Işık jî ji bajarê Gîresunê ji CHP’ê hatine hilbijartin.

Rêxistinên jinan dibêjin eger heta ku di navbera jin û mêran de di warê temsîlkirinê de wekhevî nebe, ne pêkan ku ev bê dadmendî ji holê rabe.

Berdevka Platforma Jinê ya Jibo Wekhevîyê (EŞÎK), Berrîn Sonmez ji Dengê Amerîka re got ku di meclîsê de li hemberî jinan bêdadmendîyeke mezin heye.

“Dema em li meclîsê dinêrin dibînin ku di wekhevîyê de hejmareke dadmendî tuneye. Li gor dema berê, puan û nîvek bilindbûn çêbe jî ew yek têrê nake. Di nav 600 parlamanteran de tenê 121 jin in. Ev hejmar jî jibo temsîlkirina rewa ne bes e,” Sonmez da zanîn.

Rêxistinên jinan bang li parlamanterên jin yên meclîsê dikin ku hevkarî bikin ku di hilbijartinên siberojê de hejmara jinan zêdetir bin.

ED_03_2023_Hejmar_Jin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
XS
SM
MD
LG