Piştî ketina rejîma Baas û hatina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) weke desthilata defakto, rol û mafên jinê li Sûrîyê bûne cîhê nîqaşan.
Pir çalakvanên jin hişyarîyê didin, ku renge cihê jinê di karûbarên cuda de were asteng kirin û desthilata nû biryar û kiryarên li dijî mafên jinan pêk bîne, çimkî HTŞ hêzeke îslamîst ya hişk tê dîtin.
Ev yek di demekê de ye ku pir daxuyanîyên navnetewî û şandên ku serdana Şamê kirine, behsa girîngîya rola jinê di siberoja Sûrîyê de dikin.
Li hember gotûbêjên ku li ser cihê jinan bi hatina HTŞê re, rola jinan ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê anku li cem Xweserîya Demokratîk berçav e û weke ezmûneke ku rola jinan tê de li pêş e tê dîtin, ku jin li vê derê xwedî rolên sîyasî, leşkerî û civakî ne.
Loma doza derdikeve pêş ew e ku destketinên jinên Kurd çawa werin parastin û jibo jina Sûrî jî bibe piştgir ku maf û azadîyên jinan di destûrê de bên misoger kirin, herwiha di jinûveavakirinê de jî xwedî rol be.
Di bernameya Mijara Rojê de, rewşa jinan li Sûrîyê û siberoja wan, herwiha berhevdana bi rola jinên Kurd re, ligel 3 mêvanan tê gotûbêj kirin:
Ebîr Hesaf, endama Meclîsa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Mehweş Şêxî, çalakvana sîyasî, û Evîn Yûsif, rojnamevan û çalakvan.
Jibo guhdarkirina li vê bernameyê, kerma xwe fayla deng vekin: