Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Îstenbul'ê Amadekarîyên Mitînga 'Em Dev ji Peymana Îstenbul'ê Bernadin' Dikin


Amadekariyên jinan bo peymana Stenbulê
Amadekariyên jinan bo peymana Stenbulê

Li bajarê Stenbulê bi pêşengîya sazî û rêxistinên jinan dê 19'ê Hêzîran’ê mitînga "Em Dev Ji Peymana Îstenbul’ê Bernadin" tê lidarxistin.

Tirkîye bi biryara serok Recep Tayyîp Erdogan 20'ê Adar'ê ji Peymana Îstenbul’ê ya ku derbarê têkoşîn û pêşîgirtina tudîtûjîya dijî jinan û tundîya navmalîn vekişîyabû û Erdogan gotibû ku Tirkîyê ne bi qanûnên derveyî ew bi qanûnên navxweyî dê mafên jinan biparêzin.

Li sêr vê yekê sazî û rêxistinên jinan dijî biryara Erdogan li Îstenbul'ê jibo ku nerazibûnên xwe bînin ziman mîtîngekê lidardixin û banga tevlîbûna mitîngê ji hemî jinan dikin.

Nûnera Meclîsên Jinan ya Platforma Emê Pêşîya Kuştina Jinan Bigirin Ayşe Ece Kavas
Nûnera Meclîsên Jinan ya Platforma Emê Pêşîya Kuştina Jinan Bigirin Ayşe Ece Kavas

Nûnera Meclîsên Jinan ya Platforma Emê Pêşîya Kuştina Jinan Bigirin Ayşe Ece Kavas balê dikşîne ser girîngîya mitîngê û Peymana Îstenbul’ê.

"Jibo ku ji hemî bajaran tevlîbûna jinan pêk were em xebatên xwe li hemî Îstenbul û bajarên din jî bi rêve dibin. Jinan heta îro hem di mijara Peymana Îstenbul hem qanûna 6284’an ya ku jinan diparêze û hem jî di mijara pêşigirtina tundîya dijî jinan de bi tekoşînê serket."

Herwiha Kavas bawer dike ku vekişîna ji Peymana Îstenbul’ê dijî makezagona Tirkîyê ye û ew dîyar dike ku bi vê yekê mafên din yên jinan jî dikevin xeterê de.

Li alîyeke din ve jî beşeke mezin jin û LGBTÎ+Q jî dibêjin ku vekişîna ji Peymana Îstenbul’ê dê bibe sedema zêdebûna dijî LGBTÎ+Q’yan.

Ozcan Dundar
Ozcan Dundar

Ozcan Dundar jî kesekî trans e û ew jî ji vekişîna ji vê peymanê nerazîbûna xwe wiha tîne ziman.

"Em bawer dikin ku bi hinceta hereketa LGBTÎ+Q'yan derketina ji peymanekî navnetewî dijî hiqûq û exlaqê ye. Û ev biryar polîtîk e. Em dixwazin ku ji desthilatê bipirsin ku gelo vekişîna ji vê peymanê wê bibe rewakirina tundî û tujîya dijî endamên LGBTÎ+Q’yan an na?"

Hêjayî birxistinê ye ku Tirkîye 1’ê Tîrmeh'ê bi temamî ji Peymana Îstenbul’ê derdikeve. Berîya niha jî vekişîna ji vê peymanê ji alîyê opozîsyonaTirkîye ve jî bibû sedema nerazîbûnan û Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya ÎYÎ û Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) jibo betalkirina biryara Erdogan serî li Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) dabûn.

Raporta Stenbulê 09 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG