Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê DAIŞ'ê li Ser Jin Û Malbatan li Îraqê


Sirod Ehmed Berpirsa Rêxistina Hêvîya Îraqê
Sirod Ehmed Berpirsa Rêxistina Hêvîya Îraqê

Berpirsa Rêxistina "Hêvîya Îraqê" şaxê Kerkukê dibêje, şerê DAIŞê encamên gelek xerab peyda kirine û piranîya wan xerabîyan li ser jinê û jiyana malbatî heye li Kerkuk.

Sirod Ehmed berpirsa rêxistina Hêvîya Îraqê gote Dengê Amerîka piştî rêxistina wan lêkolîn li ser pirsgirêkên jinan pêk anîn, derket holê ku şerên li Îraqê û bi taybet şerê li dij DAIŞê bandorek xerab li ser rewşa jinê heye, Sirod dibêje"Eger ku di şer de sedan kes bihên kuşin, lê qunaxa piştî şerî ziyanên mezin bo ser civakê hene, bi taybet li ser jiyana malbatê".

Sirod Ehmed dibêje, Kerkuk niha di qunaxa piştî şerî derbaz dibe, ji ber vê sedemê gelek diyardeyên balkêş derdikevin, ji wan girft û pirsgirêkan: Pirsgirêkên malbatî, anîna zêdetir ji yek jinê, zewaca pêşwext, zewaca bizorî, dîsan diyardeya kuştina jinan û xwekûştinê zêde bûne.

Li gor gotina Sirod Ehmed, berpirsa rêxistina "Hêvîya Îraqê" piraniya kesên ku tundiyê li dij jinan encam didin, li jinan dixin û destdirêjiya ser jinan dikin, kesên çekdarin. Ew kes jî, yan demek dirêj bi çek re mijolin û serederîyê li gel çekan dikin, yan jî şekdarin û di şer de beşdar bûne, lê kesên sivîl û karmendên sivîl kêmtir tundiyê encam didin".

Ehmed dibêje, mixabin civak bûye civakek çekdar ji ber vê sedemê pirsgirêkên malbatî jî zêde bûne.

Sirod dide zanîn ku ciyên weha jî nehatine amade kirin ku jin bikarin herin wan deran û gilî bikin û dosya xwe pêşkeş bikin.

Ji sedema nebûna ciyên taybet, jina bixwaze gilî bike here navenda polîsan li wêderê jî çekdar pir in, jin dibe armanca gotinên wan polîs û çekdaran û gotinên nebaş arasteyî wan dikin.

Sirod dîsan dibêje, diyardeyên weha kirêt peyda bûne ku ciyê şermezarî û matmayînê ne, "kes hene bi zorî jina xwe bo berpirsên xwe dibin." Weke Sirod Ehmed berpirsa şaxê Kerkuk yê rêxistina Hêvîya Îraqê dibêje.

XS
SM
MD
LG