Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinek Hollandî bi Tawana Kole Kirina Jinên Êzidî Tê Dadgeh Kirin


Hejmarek Jin û zarokên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin, 2019.
Hejmarek Jin û zarokên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin, 2019.

Jineke Holandî ya ku di sala 2015an de tevlî DAIŞê bibû, roja Duşemê li Holandayê bi tawanên li dijî mirovahiyê hat dadgehkirin ji ber ku du jinên Êzidî li Sûriyê kole kirine.

Hesna Ereb, 33 salî, bi tawanên beşdarbûna di koletiyê de ku wek tawaneke li dijî mirovahiyê ye, dema ku du jinên Êzidî weke koleyên malê di navbera salên 2015 û 2016an de hiştine dema ku ligel kurê xwe yê biçûk û mêrê xwe yê çekdarê DAIŞê li Reqayê dijîyan.

Hollanda duyemîn welat e ku endamekî DAIŞ’ê bi sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî Êzdiyan dadgeh dike.

Di dozên berê de, Almanya du endamên koma radîkal ku sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer yên li dijî Êzdiyan encam dabûn hatbûn dadgeh kirin.

Hesna Ereb jî bi endamtiya rêxistineke terorîstî ji sala 2015 heta 2022 tê tawanbar kirin, kurê wê yê çar salî xistiye metirsiyê û birin herêma şer.

Wê roja Duşemê ji dadgehê re got ku ew li Holandayê hest bi xerîbî û tengezariyê kirîye û di sala 2015an de ji bo jiyaneke nû çûye Sûriyê lê tevlî DAIŞê nebû ye, weke ew dibêje.

Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê ji 2014-2017an de herêmên berfireh yên Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn, berî ku di 2019an de li asêgehên xwe yên dawî li Sûriyê were têk birin.

DAIŞ'ê êzîdî wek Îblîsperest didîtin û bêtirî 3,000 ji wan kuştin, û her weha 7,000 jin û keçên êzîdî kirin kole û piraniya civata Êzidî ku nêzîkî 550,000 kes ji mal û warên wan li bakurê Iraqê hatin koçber kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG