Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di Meha Adarê de 43 Jin Hatine Kuştin


Çalakiya jinan ya li dij kuştina jinan
Çalakiya jinan ya li dij kuştina jinan

Platforma Rawestandina Kuştina Jinê raporta tundî û kuştina ser jînê ragahand. Li gorî vê raportê di meha Adarê de bi tevahî 43 jin hatine kuştin an jî bişik mirî hatine dîtin. Platformê ragihand ku dadrêsî ceza sûcdaran nade bes pişta wan mistdide.

Li Tirkiyê di meha Adara 2022’yan de ji alîyê zilaman ve 24 jin hatine kuştin, 19 jin jî bi mirinên bigoman hatine dîtin.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinê raporta tundî û kuştina ser jînê ragahand. Li gorî vê raportê di meha Adarê de bi tevahî 43 jin hatine kuştin an jî bişik mirî hatine dîtin.

Platformê ragihand ku zilam kuştina jinê jibo xwe wek mafekî xwezayî dibînin. Di meha Adarê de bes zilman bihincet an jî bê hincet 24 jin kuştine. Di raportê de hate amajekirin ku 12 jin li gel hincetên hevberdanê, nexwastina lihevhatinê, redkirina zewacê, dilneçûyîna têkilîyê û her wekî din hincetan ve hatine kuştin. Yek jin li gel hincetên aborîyê, 11 jin jî li gel hincetên nedîyar hatine kuştin. Xeyrî vana 19 jin jî bi awayekî şik mirî hatine dîtin.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinê hemû van kuştinan bi bêdengîya rêveberîyê û vêna zilaman ve girê didin û wê yekê jî wiha tînin ziman “Sedama van hemû kuştinan bi vêna zilaman ve girêdayîye. Jibo ku tundîya ser jinê û kuştina jinê nedîyar tête nîşandayîn. Heke jin ji alîyê kê an jî li ber çi sedemê têk kuştin û ev jî neyê bidestxistin, darizandineke dadane heke neyê duristkirin, gumanbar, bersûc û kujer heta ku cazayên berteref û bergirtinî negrin asta tundîyê wê bi qat bi qat bidome.”

Çalakiya jinan li dij kuştinê
Çalakiya jinan li dij kuştinê

Li gorî bajaran di meha Adarê de daneyên kuştina jina wihaye; Li Stenbol 4, Edene 2, Bursa 2, Erzurim 2, Konya 2, Semsûr 1, Antalya, 1, Denîzlî 1, Isparta 1, Îzmîr 1, Kirşehîr 1, Kîlîs 1, Kocaelî 1, Nîğde 1, Ordû 1, Sakarya 1, Tekirdax 1.

Li gorî van daneyan li herêma Kurdan bes li Erzurimê 2, Semsûr 1 jin hatîye kuştin, li Amedê 2, li Wanê jî 1 jin bişik kuştî hatine dîtin, lê yên din tevahî li bajarên Tirkiyê yên din in.

Jin, herî zêde di nav malê de hatine kuştin. Di raportê de tê amaje kirin ku di nav 24 jinan de 11 jin ji alîyê mêrê wan, 3 jin ji alîyê mêrê ku ew pê re bû, 2 jin ji alîyê xizmê wan, 2 jin di berê de mêrê ku pê re bû, 2 jin mêrê wê yê berê, 1 jin ji alîyê bavê wê, 1 jin ji alîyê kurê wê, 2 jin jî ji alîyê nenasê wan ve hatine kuştin.

Rêxistinên jinê li hemberî van kuştinan bertêk nîşan didin. Platforma Rawestandina Kuştina Jinê di vi

warî de jî vana radigîhîne: “Dadrêsî ceza sûcdaran nade bes pişta wan mistdide. Bi destxetkirina şevê. Peymana Stenbolê ji holê hate rakirin. Desthilatîyê qaşo sozên ku dabû jî hiç jinek di merîyetê de nabîne. Evana hemû rêya kuştin û tundîya ser jînê vedike.”

Raporta Enqerê 07 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00
XS
SM
MD
LG