Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey Dê Serdana Swîsre û Tirkîyê Bike


Nûnerê Taybet yê bo Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey û Qasidê Taybet yê Sûrîyê Joel Rayburn dê bo danûstandinên fermî serdana Swîsre û Tirkîyê bikin.

Jeffrey û Rayburn dê berê herin Cenevrê û beşdarî hevdîtinên Komîsyona Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê, ku di 24’ê Tebaxê de destpê dike, bibin.

Her du dîplomat dê li Cenevrê bi Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen û beşdarên din yên Komîsyona Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê re bicivin.

Amerîka bi awayekî rastexwe beşdarî komîsyona ku bi çavdêrîya NY çêbûye, nebûye, lê armanca karbidestên Amerîkî ew e ku bo bidawîbûna nakokîyên li Sûrîyê piştgirîyê bidin xebatên komîsyonê.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Jeffrey dê di 26’ê Tebaxê de li Stenbolê bi komên opozîsyonê yên Sûrîyê û nûnerên taybet yên sazîyên sîvîl yên wî welatî re bicive.

Jeffrey dê di 27 û 28’ê Tebaxê de jî li Enqerê be û bi karbidestên Tirk re kom bibe.

XS
SM
MD
LG