Wezîrê Derve yê Îranê Mohammad Javad Zarîf roja Çarşemê ji ber danîna sizayên nû li ser Îranê bi rêya twîtekê Amerîka rexne kir û got, herçende Şîretvanê Ewlekarîya Netewî John Bolton dest ji kar kişandiye ku "daxwazkarê herî li pêş yê cengê bû" lê dîsan Amerîka sizayên nû li ser Îranê feriz kirin.
Zarîf di twîta xwe de dibêje"dema ku cîhan ji nemana kesê tîma B li Qesra Spî dilrihet bû, (Washington) sizayên nû û terora aborî li ser Tehranê feriz kirin".
Zarîf heriwha dibêje "têniyên cengê û fişarên mezin divê bi nemana daxwazkarê cengê (Bolton) ew jî nemînin".
Javad Zarîf dîsan got"Tîma B" ku John Bolton di nav de bû, piştevaniya serokê Amerîka dikir jibo ligel Îran bikeve di nava nakokîyan de.
Li aliyek din Tehranê roja Çarşemê daye xweyakirin ku karvekişîna John Bolton ku yek ji bazên rêveberîya Amerîka bû li dij Îranê, nabe sedem ku Tehran li gel Amerîka dest bi diyalogê bike .
Televîzyona Îranê dide zanîn ku, serok Hasan Ruhanî Amerîka derbarê siyaseta"Fişarên zêde" bo ser Îranê hişyar kirîye û gotîye, Tehran dê li hember xalên peymana navokî ya 2015an pêgîr nebe û li gor pêwîstiyê pêgîriyên xwe kêm bike .