Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Hebûnên 17 Sîyasetvanên Din yên Rûsî Dicemidîne


Berpirsê wezîrên hikûmeta Japonya Hirokazu Matsuno
Berpirsê wezîrên hikûmeta Japonya Hirokazu Matsuno

Hikûmeta Japonya îro Sêşemê ragihand ku wê hebûnên 17 sîyasetvanên din yên Rûsî û xizmên wan cemidandine ku toleyan girantir bike û bo dawîkirina dagirkirina Ukrayna givaştinê li Moskowê bike.

Wezaretên derve, darayî û bazirganî yên Japonya bi daxuyanîyeke hevpar biryara nû ya toleyan ragihandin.

Li gor daxuyanîyê 11 endamên Meclîsa Duma ya Rûsya, banker Yuri Kovalchuk û xizmên wî û herwiha mîlyarder Viktor Vekselberg hatine xistinê lîsteya toleyan.

Bi vê gavê hejmara Rûsên ku ji hêla Japonya ve hebûnên wan hatine cemidandin gehîşt 61 kesan.

Wezîrê Serekî yê Hikûmetê Hirokazu Matsuno dîyar kir ku wan ev biryarên nû girtine bo ku dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna bidin rawestandin.

Matsuno got Japonya bo ragihandina pirtir toleyan wê bi welatên din yên Koma Heftan (G7) û civaka navneteweyî re hevkarîyê bike.

Japonya dijî banka navendî ya Rûsya, heft bankên taybet, kes û komên Rûsî û Belarûsî jixwe tole ragihandibû.

Tokyo herwiha derfirotina alavên wek teknolojîya bilind bo Rûsya qedexe kir ku dikarin jibo armancên leşkerî werin xebitandin.

XS
SM
MD
LG