Du lêkolerên zankoya Newroz li Duhokê vekolînek encamdaye li jêr navê “Rêkxistina Qanûnî ya Mafên Xwedî Pêdawîstiyên Taybet.”
Di vê lêkolînê de Dr. Ehmed Nûh û mamosta Faris Elî Cangîr pêdaçon bi ser qanûnên Îraqê de kiriye û hewldaye bizanin ka li gora wan çawa kesên xwedî pêdawîstiyên taybet di jiyana rasteqîne da dê bikarin bi serbilindî bijîn û kerameta wan parastî be.
Mamosta Faris Elî Cangîr gote VOA-Dengê Amerîka kû haydarî û huşdariya civakê û xemxoriya hikumetê layenên herî giringin.