Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Celal Talebanî Careke Dî Dibe Serokê Îraqê


Celal Talebanî Careke Dî Dibe Serokê Îraqê
Celal Talebanî Careke Dî Dibe Serokê Îraqê

Parlemanê Îraqê li kombûna şeva Pêncşem serokê nû yê civatê û serokomarê Îraqê hilbijartin. Sîyasetvanê Kurd Celal Talebanî bo gera duyê ya serokatîya komara Îraqê bo demê çar salên dî hat hilbijartin û Talebanî daxwaz ji Nûrî Al Malikî kir heta hikumeta nûya Îraqê pêkbîne.

Di gotara sondxwarinê de Serok Talebanî got, divê ew karê bikin jibo avakirina dewleta wekhevîyê di navbera welatîyan de avakirina mirovê nû yê tund û tûîjîyê red bike, bawerî bi vegûhastina bi aştîya desthilatê hebe.

Berî hingî, endamên parlemanî Osame Al Nûcêfî bo serokatîya civatê hilbijart. Arif Teyfur li Hevpeymaniya Kurdistanê û endamekê Sedrî wek cîgirên serokê parlemanî hatin hilbijartin. Li gora rêkeftina komelên sîyasîyên Îraqê, Serokê lîsta Al-Îraqiye Ayad Allawî dê posta serokê Civata Niştîmanî jibo Siyasetên Stratîjî wergire.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG