Li bajarê Silêmaniyê bi hezaran ji gelê Kurd li rê û resmê xaksipartina Mam Celal Talabanî amade bûn, ku şandên kurdî ji hemû aliyên siyasî û civakî beşdarî oxirxwestina dawî ya Mam Celal bûn.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi sernivîsê rojnama Basnews Mihemed Salih Bedirxan re kir, di derbarî kesayeta Mam Celal ji aliyê siyasî û rewşenbîrî ve û rola wî di tevgera tekoşîna Kurdî de.
Birêz M.S.Bedirxan anî ziman, ku Mam Celal xewdan karêzmeyeke balkêşe û ji destpêka wî ya siyasî ve, bi bandor bû û pirr çalak û zîrek bû.
Ji aliyê din ve jî wî li ser pêwendiyên Mam Celal bi hemû beşên kurdistanê ve got:" Pêwendiyên Mam Celal pirr taybet bûn bi partiyên siyasî yên tevgera Kurdî re, ku bi nermî danûstendin bi serok û rêberên hemû partiyên siyasî li Bakur, Rojhilat û Rojava re dikir."
Wekî din jî, di derbarî jiyana Mam Celal ya rojnamegerî û çandî ve û hezkirina wî ji hunera kurdî re, birêz Bedrixan got, ku Mam Celal kesyetek rengareng bû, û şax û baxên xwe di nav jiyana kurdewariyê de berda bû, ku bi her awayekî xizmeta doza gelê xwe dikir wekû: pêşmerge, rojnamevan, serok û rewşenbîr jî.