Rûniştinên doza Kobanê, ku jiber çalakîyên protestoyî yên navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an yên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê, hatiye vekirin, didomin.
Di dozê de ku Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) jî di nav de 108 kes jê tên darizandin ku 18 ji wan girtî ne.
Demîrtaş di parastina xwe ya vê dozê de hin peyamên balkêş dide ku di bîragiştî ya Kurdan û herwiha li ser medya civakî cîhên girîng digirin.
Demîrtaş di beşeke berevanîya xwe de ji dadgehê re dibêje ku vê dewletê welatê wan, Kurdistan dagir kiriye.
““Vê dewletê welatê me, Kurdistan dagir kiriye. Gelê me dixwaze li welatê xwe zikê xwe têr bike û bijî. Tirk berî 100 salan hatin vê derê. Ew jî dixwazin xwe têr bikin û bijîn, wek Almanan, Cîhûyan, Aborjînan û Afrîqîyan. Em giş dixwazin zikên xwe têr bikin û nifşên xwe bidomînin…Em jiber berxwedana li dijî çanda dagirker tên darizandin ku peymanên exlaqî binpê dikin."
Demîrtaş bal dikşîne ku Peymana Sykes-Picot li ser rewşa pirsgirêka Kurdan de roleke mezin lihîstîye.
“… Axa Kurdistanê ku di 1514’an de te bû du parçe, di Peymana Sykes-Picot ya 1916’an de bû çar parçe. Dabeşkirina Kurdistanê bi destê emperyalîstan çêbû û dû re şaşitîyên me ew pirsgirêk mezintir kir. Dewleta Tirk ji Kurdan dibêje: Hun yan yên min in, yan jî yên axa sar. Slogan qedexe ye, pankart qedexe ye, sîyaset qedexe ye, rêxistinên civakî yên sivîl qedexe ne. Û dema diçî çîyê, terorîst î.”
Demîrtaş herwiha dîyar dike ku pirsgirêka Kurdî tenê bi qebûlkirina Kurdan ya bi nasnameya wan pêkan e.
“Em têne darizandin, jiber ku me mezinên xwe yên di dîrokê de bi bîr anîne. Sûcdarkirneke dijî min ew e ku me Qazî Mihemed yad kirîye. Kurd li cemserê jî xwedîyê maf bin, ewê dijî wan mafan derkevin. Ger Kurd ji xwe re xanîyekî ji cemedê çêke û bibêje ‘ev mala min e’, dewleta Komara Tirkîyê wê hişyarîyekê bide cemseran.”
Sîyasetvan Îbrahîm Xelîl Baran parastina Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ya di Doza Kobanê de dinirxîne û wek helwesteke girîng ya di doza gelê Kurd de dibîne.
Baran bawer dike ku Demîrtaş bi van gorinên xwe xeteke Kurdistanî derdixe pêş û ew jî ji alîyê gel û partîyên din yên Kurdan ve bi germî tê pêşwazî kirin.
“Demîrtaş dizane ku biryara mahkemê ne mijareke hiqûyî, lê sîyasî ye loma jî ew bi van mesajên gelek mezin li hember dîrokê noteke deyne ku Kurd jiber ku Kurd in tên darizandin, jiber ku welatê wan Kurdistan e tên tawanbar kirin. Em jî dizanin, ew jî dizanin ku dewleta Tirk li Kurdistanê dagirker e.”
Baran îdia dike ku cara yekê ye ku serokekî Kurdan yê wiha hezkirî hêvîya xwe ji dadgehên Tirkîyê û sîyaseta Tirkîyê dibire û rasterast dibêje ku Tirkan welatê wan dagirkirî ye.
“Demîrtaş bi van gotinên xwe mesajekê dide hemî alîyan. Ji Kurdan re dibêje Kurdno divê hun hişyar bin jiber ku tawana dijî we Kurdbûna we ye. Û ji Tirkan re dibêje ku êdî ti hêvîya min ji we nemaye.”
Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya nirxandinên Baran bikin: